Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Gendelî civakan tarûmar dike

Hat weşandin måndag 14 maj 2012 kl 14.11
Wêne: Fredrik Sandberg/Scanpix

Gendelî û bertîlxûrî li gelek welatan tişteke gelek normal e, lê ji texmînan zêdetir zerarê dide civakê. Ev dibe sedema xizanbûnê, xerabûna tendrûstiyê û tunebûna ava paqij û çênebûna sîstema lênerîna nexweşiyê. Vê yekê lêkolîneke mezin ya ji Zaningeha Göteborgê nîşan dide ku li ser 178 welatan pêk hatiye.

Derdora ji sedî 70yî însanên li cîhanê li civakên gendelî lê xurt e dijîn. Û seranserê dîrokê jî ev wisa bûye. Ji ber vê yekê lêkolînerên zaningeha Göteborgê gihane wê qeneetê ku gereke alîkariya aborî ya ji bo welatên xizan bi zanebûna ku ev dikare bikeve destê gendel û bertîlxuran were pîlankirin.

Profesor Bo Rothstein, ku yek ji rêvebirên lêkolînê ye, ji rojnama Göteborgs-Posten re dibêje ew naxwaze metodeke gerdûnî ya li hemberî gendelîyê destnîşan bike. Lê Rothstein balê dikşîne ku li welatên gendelî û bertîlxûrî lê kêm e yeksaniyek baş heye, gelê wî welatî di asteke bilind de xwenda ne û girtina xebatkaran ji bo karên dewletî rêkûpêk e. Bacên bilind jî her weha toleransa li hemberî gendeliyê kêmtir dike.

Gendelî herî kêm li welatên bakûrê Ewrûpayê heye, lê herî zêde li welatên wekî Nîjerya, Somaliya û Bangladeşê. Li Ewrûpayê herî zêde bertîlxûrî û gendelî li Yunanîstan, Romanya û Îtalyayê heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".