Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd nizane bi dewlemendiya xwe çi bike

Hat weşandin måndag 14 maj 2012 kl 14.42
Wêne: Janerik Henriksson/ Scanpix

Komîsyona siyaseta fînansê ya Swêdê ku siyaseta aborî ya hikûmetê dinirxîne îro rapora xwe da wezîrê aboriyê Andes Borg. Komîsyon di çend xalan de rexnegir e û dibêje marja ewleyî ya aborîya Swêdê zêde mezin e û di halî hazir de mulkeke mezin ya dewletê çêbûye ku hêj ne diyar e dê ev çawa were bikaranîn.

Argûmana hikûmetê ya di warê vê marja mezin ya di butçeyê de ew e ku li welatên derdor krîzeke aborî heye.

Lê komîsyon dibêje ev marja mezin nêrîna hikûmetê ya li aboriyê ne-zelal dike.

Hikûmeta Swêdê îşaret dabû ku di buhara sala 2011’an de baca hatina ji kar kêm bike, lê pişt re vê biryarê rawestandibû. Bi ya Komîsyona siyaseta fïnansê hikûmet diviya bû ku vê yekê pêk bîne.

Komîsyon her weha rexne li kêmkirina momsa restorantê jî digire û dibêje vê yekê encamek dihat xwestin nedaye, ”ev bêtir piştgiriyeke aborî ya ji bo branşa restorantan e”.

Sosyaldemokrat, di vî warî de piştgiri didin rexneyên komîsyonê…

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".