Jinên romanyayî hatin neçarkirinê laşfiroşiyê. Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix

Cezayên giran ji bo bazirganên mirovan

Îro di doza herî mezin ya bazirganiya mirovan ya Swêdê de hukma dadgehê diyar bû. Dido zilamên romanyayî ji ber tewana pêzewengiyê û ”bazirganiya mirovan bi armanca îstismara cînsî” şeş sal cezayê girtîgehê wergirtin. Çar zilamên din jî tenê ji ber pêzewengiyê navbera sisê û çar sal û nîvî cezayê girtîgehê wergirtin. Van zilaman 11 jinên romanyayî yên navbera temenê 20-û-30 salî de anîne Swêdê û li herêma Rosenlund a bajarê Göteborgê weke laşfiroş dane xebitandin.

Di nav wan 10 mehan de ku jin li bajarê Göteborgê hatin neçarkirina laşfiroşiyê  150 zilaman ji wan bi paretî seks kirî ye. Di nav muşteriyan de xortên binya 18 salî ta kesên xwedî-şîrket yên dewlemend û mirovên temenmezin jî hebûne.

Bi ya dozger Thomas Eliasson kêmasî milyonek kroon hatiye şandin ji bo mirov û xizmên zilaman li Romanyayê. Ji jinan re tenê mîktarên biçûk pare hatiye dayîn.

Ji ber ku zilam bi cezayên girtina hatine cezakirin ewê piştî razana li girtîgehê heta dawiya jiyana xwe ji Swêdê werin sînorderkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".