Wêne: Scanpix

Extiyar ji cûdakariyê tên parastin

Hikûmeta Swêdê dixwaze cûdakariya li ser bingehê temen di hemû beşên civakê de were qedexe kirin. Îro qedexa cûdakariya temen tenê di beşa bazara karî û xwendekariyê de derbas dibe. Lê bi qanûna nû re dê cûdakarî di tendrûstî û lênêrîna nexweşiyan de, xizmeta civakî, sîgorta civakî, sîgorta bêkariyê, alîkariya dewletî ya xwendekarîyê û girtina karên sektora fermî de jî were qedexekirin.

Wezîrê entegrasiyonê Erik Ullenhag ku ji pirsên cûdakariyê jî berpirsiyar e, vê pêşniyaznama qanûnê bi xurtî destek dike lê dixwaze cûdakariya li ser bingehê temen di hîn şertan de bi berdewamî pêk were.

Ev jî cûdakariya temenê jêrîn e, weke mînak sînorê temen ji bo çûyîna bar û cihên şahiyê, kirîna alkol û titûnê û leyîstina qûmarê. Her weha di kirîna hîn xizmetên sîgortayî de jî divê cûdakariyek pozîtîf hebe, weke kirîna bilêtên ji bo çûnûhatina trafîka kolektîv.

Qanûna nû ya li dijî cûdakariyê pêşniyazkirin ji 1ê çileya 2013’an ve derbas bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista