Daîreya Rêvebirîya Civakî jî di nav de duwanzdeh meqaman rakin. Foto: Scanpix

Duwanzdeh meqamên resmî hilweşînin

Lêkolîna guhpêdanê
4:59 min

Daîreya Rêvebirîya Civakî (Socialstyrelsen), Enstîtuya Enstîtuya Parastina ji şewban û Enstîtuya Dewletê ya Tendurustîya Gelî jî di nav de duwanzdeh daîreyên resmî hilweşînin û di şûna wan de çare nû ava bikin.

Ev pêşnîyaza lêkolînerê hikûmetê Stefan Carlsson e ku îro encama lêhûrnêrîna xwe pêşkêş dike. Bi raya Carlsson ji bo berterefkirina pirsgirêkên guhpêdanê ev guhertin pêwist in.

-      Ji bo ku em bikaribin ji heq pirsgirêkên paşerojê derkevin divê her kronekî ku ji bacê tê em îro di warê guhpêdan û tedawîyê de baş bikarbînin. Ev pirsgirêka paşerojê ya herî cidî ye, dibêje lêkolînerê hikûmetê Stefan Carlsson ku îro encama lêhûrnerîna xwe ya di warê guhpêdanê de pêşkêş dike û li ser heman mijarê di rojnameya Dagens Nyheter de gotarek weşandîye.

Carlsson pêşnîyaz dike ku duwanzdeh daîreyên resmî yên ku îro hene bên rakirin û di şûna wan de ev her çar meqam bên avakirin: Meqamê zanyarîyê ku wê desteka zanîn û fêrkirinê bide, dezgeheke çavdêrîyê, daîreyeke binesazîya teknolojîya ragihandinê ku teknîka pêwist ji bo danûstandineke baş ava bike û pêşnîyaza çarê dezgehek ji bo stratejîyên demdirêjî yên refahê ku bi giştî tendurustîya civakê tehlîl bike hewce ye bên avakirin li gor Stefan Carlsson.  

Ew kar û wezîfeyên ku Carlsson pêşniyaz dike ji alîyê van çar meqaman ve bên birêvebirin îro duwanzdeh meqamên cuda li wan dinerin. Chend ji van meqamanên ku tesîreke wan ya mezin di jîyana rojane de heye ev in: Rêvebirîya Civakî (Socialstyrelsen), Dezgeha Dermanan (Läkemedelverket), Enstîtuya Dewletê ya Tendurustîya Gelî û Enstîtuya Parastina ji Şewban (Smittskydssinstitutet).

Halê hazir lênerîn û guhpêdana ku di nav duwanzdeh dezgehan de dabeşkirî ye ji alîyê beledî û wîlayetan ve tê pêkanîn. Lê hevkarîyeke birêkûpêk di nav dezgeh û beledîyan de nîne. Tişta heyî hevkarîya dilxwaz e û gelek caran nexweş di navbera du derîyan de dimînin. Loma dibêje Carlsson divê dewlet bêhtir berpirsîyartîyê bigre ser xwe da ku karê guhpêdanê herêman re sînorkirî nemîne.

Her meqamek karekî xweser dimeşîne. Organek ku bi awireke giştî û temamî dimeyzêne tine dibêje Stefan Carlsson:

-      Ew tevn gav bigav hatîye ristin. Çaxê mirov îhtîyacek dîtîye meqamek hatîye avakirin. Lê kesî li wêneyê bi temamî nenêrîyê bê çawa dixebite.

Bi vê pêşnîyazê dibêje Stefan Carlsson dewlet dê çêtir bikaribe alîkarîya tedawî û guhdanê bike û tesîr wê baştir be. Bi hilweşandina 12 dezgehên ku îro hene mesref li gor Carlsson ji %20 wê kêmtir be.

Hilweşandina 12 meqamên ku bi salane dixebitin dewrkirina berpirsîyarîyê ji alîyê dewletê ve guhertineke bingehîn e, lê bi bawerîya Carlsson di nav sal û nîvekê de ev guhertin dikare pêk were:

-      Hêvîya min ew e ku di 1ê miha çile 2014ê de ev her çar meqam bikaribin dest bi kar bikin. Û bi min ji bo ku kar baş bê kirin girîng e her çar meqam bi hev re bêne sazkirin, dibêje Carlsson.

Belê di tedawîyê de problemên cidî hene û tê texmînkirin ku di pêş de ew hê meztir bibin. Lê ma gelo bi guhertina struktur yan tevnê ji binî de problem ji holê radibe? Gelo ya pêwist ne ew e ku sîyaseta tedawî û guhpêdanê bê guhertin? Stefan Carlsson:

Rast e, lê ev dibe aletek, navgînek ku sîyaset pê baştir û bitesîrtir bibe. Lê helbet paşê divê nava vî strukturî bê dagirtin û ev erkê sîyasetmedaran e.

Fråga

Van dezgehan hilweşînin

  • Socialstyrelsen
  • Läkemedelverket
  • Tandvårds- och läkemedsförmånsverket
  • Statens beredning för medicinsk utvärdering
  • Statens folkhälsoinstitut
  • Smittskydssinstitutet
  • Myndigheten för vårdanalys
  • Myndigheten för handikappolitisk samordning
  • Myndigheten för internationella adoptionsfrågor
  • Statens medicinsk-etiska råd
  • Hjälpmedeslinstitutet
  • Apotekens Service AB

Van dezgehan avabikin

  • Kunskapsmyndigheten
  • Inspektionsmyndigheten
  • Infrastrukturmyndigheten
  • Myndigheten för Välfärdsstrategi
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".