Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Polês penaxwaz ji parêzer veşart

Hat weşandin tisdag 15 maj 2012 kl 10.52

Polêsê sînor yê Swêdê penaxwazekî ji Çeçenîstanê ji parêzerê wî veşart. Piştî biryara sînorderkirina penaxwaz Emlikhan hat dayîn polês daxwaza wî ya dîtina parêzer red kir, tevî ku ev li dijî qanûnan e. Emlikhan alîgirekî gerîllayên çeçenî ye û heger were şandinê Rûsyayê dikare were îşkencekirin û wendakirin.

Polês her weha daxwaza parêzer Martin Lundgren ya dîtina muwekîlê xwe jî bi mebesta ”ewlekariyê” red kir û nexwest ji parêzer re cihê penaxwaz lê tê girtin aşkere bike.

– Min ji polês pirsyar kir ka gelo ez dikarim bi rêya telefonê bi muwekîlê xwe re biaxivim, lê polês got "Na!" û bi vî re têkiliya min a bi muwekîlê min re qut bû, dibêje parêzer Martin Lundgren.

Meqama polêsê sînor yê herêma Sörmlandê dibêje wan vê biryara xwe ya ku muwekîl û parêzer hev nebînin li ser bingehê biryarek Ombudsmanê Hiqûqê ya sala 2009’an girtine.

Polês îdîa dike wan biryarek Ombudsman ya li derbarê sînorderkirina malbatek afganî şîrove kirine û gihane encama ku ew dikarin nehêlin penaxwazê çeçenî û parêzer hev nebînin. 

Sedem ew e ku dema penaxwazek tê sînorderkirin xwepêşandan çê dibin û bi ya polês li wir rîsk heye ku penaxwaz were revandin û zerarê bibîne.

-- Ji bo vê jî hevdîtinek navbera parêzer û muwekîl dikare cihê penaxwaz aşkere bike, dibêje Kjell Bataroff, cîgirê şefê polêsê sînor li herêma Sörmlandê.

Piştî hevpeyvîna nûçeyên Radyoya Swêdê polês vê gotina xwe bi paş ve girt û înkar kir ku ew ew tu caran ji hevdîtina navbera parêzer û penaxwazê çeçenî re nebûne asteng.

Ombudsmanê Hiqûqê ji aliyê xwe ve bi daxuyaniyek da zanîn ku biryara wan a ji sala 2009’an ya di derbarê sînorderkirina malbateke afganî de bi tu awayî nikare wisa were şîrovekirin ku parêzer û muwekîl nikarin hevûdû bibînin.

Biryar tenê dibêje polês ne mecbûre di derbarê sînorderkirinekê de parêzer agahdar bike. Lê nabêje parêzer û muwekîl nikarin hevûdû bibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".