Lêkolînera hevkarên Stasiyê îfade da

Nivîskar û lêkolîner Birgitta Almgren ku li  ser swêdiyên bi îstîxbarata Almanya Rojhilat Stasi re hevkariyê kirine pirtûkek nivîsandibû di çarçoveya lêpirsîna tawankariyê ya li hemberî wê de vebûye îro îfade da. Ji Birgitta Almgren şik tê kirin ku wê, ew sonda nehênîtîyê ya ku dabû, dema li ser arşîva Stasi ya îstixbarata swêdî Säpoyê lêkolîn kiriye, bicîh neaniye.

Dozgerê dadgeha destpêkî ya îdarî Fredrik Ingblad hefteya pêş me dê temamiya lêpirsîna ku meşandiye bişîne ji Mifetişê hikûmetê yê hiqûqî re bişîne. Mifetîş, ango Justitieskanslern, dê binirxîne ka gelo divê doz li hemberî Birgitta Almgren were vekirin an na. Heger sûcdar bê dîtin dê Almgren karibe bi cezayê pare an jî bi salekî girtîgehê bê cezakirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".