Peter Mangs ku gumana rêzekuştinê jê tê kirin îro dê îfade bide. Wêne: Stig-Åke Jönsson/Scanpix

Rêzenîşanderê şikdar sûc înkar dike

Darezandina rêzenîşanderê şikdar yê li Malmöyê Peter Mangs, ku duh destpêkiribû, îro jî bi guhdarîkirina mexdûrekî sereke re berdewam kir. Peter Mangs bi rêya parêzerên xwe dide zanîn ku ew hemû îdîa û sûcdarkirinên dozger yên li hemberî xwe înkar dike, tevî ku dozger gelek delîlên ku dikare wî bi kuştina sisê kesî û birîndarkirina jimarek kesên din re girê bide.

Delîlên herî xurt, ji bilî qapsûlên guleyan û nivîsên li komputera Peter Mangs her weha îfadeyên hevalekî wî û bahskirinên wî yên li cem psîkologekî ne, ku wî ji wan kesan re kuştina mirovan îtiraf kirîye.

Îro dadgehê her weha guhdariya zilamekî 22 salî kir, ku bi tevî hevala xwe Trez West Persson ve hatibû gulebarankirin. Trez West Persson hatibûn kuştin û zilamê 22 salî jî bi giranî birîndar bûbûn.

Zilamê 22 salî, ku hîna jî parçeyê guleyek di serê wî de heye ji dadgehê re got gelek tişt nayên bîra wî.

Darezandina ku îro di roja didûyan de ye dê bi gîştî 25 roj berdewam bike.

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".