Deyndariya xaniya bilind e, bi ya IMF. Wêne: Jessica Gow/Scanpix

Ji IMF pesin û hişyarî

Fona pareyan ya navnetewî, IMF, ku serdana xwe ya Swêdê ya salana bi dawî kir, notek erênî da siyaseta fînans û pareyan ya swêdî. Lê di heman demê de IMF hişyariyek jî dide ku Swêd li beramberî frênkirineke mezin ya aborî ye, ku dê di encama vê de îxracat qels bikeve û mezinbûna aborî dakeve navbera ji sedî sifir û yekî. Her weha bi berdewamî xurtbûna krona Swêdê jî weke problemek tê dîtin.

Her weha di warê deyndariya xaniyên li Swêdê de jî IMF hişyariyek dide û dibêje ji ber ku gelek mal texsîda deynên xwe nadin ev dikare bibe sedema krîzekê di bazara xaniyan de.

IMF di rapora xwe de dibêje eleqeya aboriya Swêdê ya bi welatên krîzê yên ewroyê bi sînor e û di banqeyên swêdî de asteke baş ya sermayê heye.

IMF her weha daxwaza bêtir reformên bingehîn dike ku dikare ji kesên nûhatiyê Swêdê re hêsantir bike ku gava xwe bavêjin nav bazara kar.

Her weha divê sîstema bac jî li gorî mezinbûna aborî were sererastkirin û  alîkariya wan grûpên civakê bike ku di bazara kar de ji xwe re cihek çê bikin.

IMF her weha alîgire ku şert û qaîdeyên bazara kirêkirina xaniyan were sivikkirin, bi taybetî jî ji bo hêza kar karibe li bajarên mezin bicîh bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".