Serantrenorê Akademîya Ciwanan yê AIK Elias Mineirji: " Foto: Besir Kavak/Sveriges Radio.
SPOR

"Em li rengê porê yan çandê nanerin"

Klûba AIK
8:08 min

Futbol li Swêdê yek ji wan sporên herî pirçandî tê hesibandin. Hejmarek zêde ji lîstikvanan ciwanên bi eslê xwe bîyanî ne. Lê dîsa jî hejmara antrenorên kokbîyanî di nav futbolê de kêm e. Klûbeke ku di vî warî de jî gavên mezin avêtine klûba Stockholmê AIK ye. Em çûn serdana Akademîya Ciwanan ya Klûba AIK li Solna û hevdîtinek bi serekê antrenorê akademîyê Elias Mineirji re kir.


Em li Akademîya Ciwanan ya klûba futbolê AIK li Solna ne. Elias Mineirji serekê akademîya ciwanan ya AIK ye û ew  xelatên ku tîmên wan di nav van sê salên dawî de bi dest xistine nîşanî min dide. Refek mezin tişe kûpa ne. Ew tilîya xwe bi tasek zîvîn ve dike û dibêje ”vê xelatê didin tîma herî baş ya Stockholmê û ev du sal in li ser hev em wê distînin”.

AIK yek ji klûbên herî mezin ya Stockholmê ye. Di temenên cuda de bi giştî 80 taximên wan hene, 20 ji van taximên qîza ne. Hejmara lîstikvanên AIK ji hezar ciwanî zêdetir e.

Ji ber refê xelatan em derbasî koşeyeke din dibin. Li dîwêr wêneyên lîstikvan û antrenorên AIK daleqandîne. Mineirji kesên kokbiyanî yên di taximan de nîşan dike.
- Mirov dikarê bibêje ku di her taximî de antrenorek biyanî heye. Lîstikvan jî rengorengo ji welatên cuda ne. Gelek ji wan mirov di rengê wan nayêne der, lê biyanî ne û weke mînak du ciwanan; yekî yûnanî û yekî xirvatî nîşan dide. Ji ber têkelîya baş mirov di wê çarçewê de nafikire bê çend swêdî ne, çend bîyanî ne. Û ev yek mirov kêfxweş dike, dibêje Elias Mineirji.

Elias bi xwe ji malbateke suryanîyên Sûrî ye. Dema malbat koçî Swêdê dike Elias hîna zarok e. Lê çawa digihin Swêdê ew yekser dikeve nav futbolê de. Û bîranînên Elias yên xweş ji wê demê hene.

- Dêûbavên swêdî bêhtir guh didan zarokên xwe. Dilê wan hebekî bi me dişewitî û em jî dibirine lîstikê û dianîn. Bi wî awayî alîkarîya me dikirin. Em deh zarok bûn, bavê min nedigiha min bibe û bîne.

Heman rewşa ku wê demê Elias jîyaye îro ew li cem zarokên din yên ku xwe li cem wan fêrî futbolê dikin dibîne. Cudahîyeke berbiçav di navbera elaqeya dêûbavan de heye, dibêje Elias Mineirji.

-         Gelek ji lîstikvanên jêhatî mîna yên swêdî piştgirîyê ji dê û bavên xwe nagirin. Piranî ew gelek zarok in, hinek bê kar in û loma nikarin heman piştgirîyê bidin zarokên xwe.

Eger mirov bi berya 25-30 salî re bide ber hev ji alîyê pirçandîtiyê ve îro rewşa futbolê baştir e li gor Elias.

-         Niha futbol bêhtir têkel û pirrengî ye. Mirov hew zêde li reng û kokê dinere. Çaxê em 1-2 bîyanî di taximekî de bûn te bivê nevê hin hest bi mirovan re çêdibûn ku mirov dikete gumanê û ji xwe re digot: ”Mecalê bêhtir didine zarokên swêdî”. Lê belkî bi rastî ne wiha bû. Belkî tenê mirov li hîncetan digerîya, lê ew hîs hebû ku ji qestî mirov liderve tê hiştin.

Futbol yek ji wan sporan e ku hejmara ciwanên bîyanî di wan de bilind e. Ev dîmen ji bo AIK jî derbas dibe. Ji deh lîstikvanan 4 heta 5 lîstikvan yan li welatekî din ji dayîk bûne yan jî zarokên penaberan e.

-         Dema em ji bo akademîyê lîstikvanan digrin em li rengê porê yan çandê nanerin. Tişta em lê dinerin ew e bê mirov çende jêhatî ye. Bi vî awayî jî otomat pirrengîyek pêk tê.

Lêkolîn nîşan didin ku gelek ciwanên kokbîyanî dixwazin bibin antrenor lê hejmara wan eger mirov bi swêdîyan re bide ber hev kêm e. Ev dîmen ji bo klûba Stockholmê AIK jî derbas dibe. Me got hejmara lîstikvanên kokbîyanî di nav AIK de hema hema bi nîvî ye, lê eger mirov li antrenoran binere ev reqem ji çaran yek e.

Sedem li gorî Elias Mineirji ne dervehiştin yan dîskrîmînasyon e, lê pêvajoyeke û dem dixwaze.
- Ji bo ewên ku vê dawîyê hatine Swêdê û 5-10 salên wan e li vir in bêhtir wext lazim e heta ku fêrî zimên bibin, kar fêr bibin, kulturê nas bikin. Pêşî mirov wekî yedek bi antrenorekî re ye, paşê mirov bi xwe dikare antrenorîya taximekî bike. Paşê berpirsîyartîya gelek taximan digre ser xwe û paşê dikare bi temamî karê sporê bike. Ev jî wext digre, lê ez piştrast im ku di pêş de wê ev bibe.

Ji ber ku ew nifşê ku ez di nav wan de bûm vêga di nav sporê de cîyê wan baş e. Pîvana başîyê li ba min ew e bê mirov dikare debora xwe li ser karê sporê bike yan na. Û gelek ji nifşên min îdara xwe pê dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".