Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix.

Bandora krîsa yûnanê ser Swêdê

Dema wezîrên darayî yên yekîtîya ewrûpayê doh li Brukselê kom bûn û di nav wan de wezîrê darayî yê Swêdê, Anders borg jî, pirsa ku Yûnan dê dest ji euroyê berde êdî hizirbar bû.

Piștî ku birêvebirên siyasî yên yûnanî bi avakirina hukûmeteke nû biserneketin nuha hilbijartineke awarte li dar dikeve. Ev rewșa jî hiștîye ku gelek ji wê bitirsin ku nuha ev ҁîroka bi iflaskirina bankeyan û derketina Yûnanê ji hevkarîya euroyê bigihêje dawî. Eger bi vî awayî bibe, geleo dê ҁi bandorê li Swêdê û aborîya wê bike?

Staffan Sonning, peyamnêrê warê aborî li beșên nûҁeyên radyoya Swêdê, Ekot, dibêje ku di rewșeke bi vî awayî de Swêd xwedan derfeteke birêveberî ye:

- Bêhtir ji welatên din, ji ber ku Swêd nuha xwedan aborîyeke dewletî ya baș e. hukûmet wisa hișik bi aborîyê girtîye ku nuha tên șîrove kirin ku dewlet xwedan pereyën zêde ye. Eger ev perehilanîn baș be yan na, kare pirseke șîrovekirinê be. Lê bandora wê dê ev be, eger rewșa aborî li ewrûpayê her xirabtir bibe, wê demê dê pere di kaseya dewletî ya Swêdê de bo ҁareyên cuda yên handana aborîyê hebe, bi armanca sivik kirina krîsê, eger li dar bikeve.

Eger ev perehilanîn baș be yan na, kare pirseke șîrovekirinê be, lê bandora wê ew e, eger rewșa aborî li ewrûpayê her xirabtir bibe, wê demê dê pere di kaseya dewletî ya Swêdê de bo ҁareyên cuda yên handana aborî hebe, bi armanca sivik kirina krîsê, eger krîsek li dar bikeve.

Mercên bankeyên swêdî ser Yûnanê zêde kêmin, û ji alîyên pereyên bacê yên bi deyin hatinin dan bo Yûnanê, ne derbarê pereyekî zêde ye. Ji ber piranîya deyinên acil ji welatên euroyê hatin. Eger Yûnan li iflasê keve, bandoreke mezin di destpêkê de li Swêdê nabe, li gor Staffan Sonning. Lê xeter heye ku efekta domînor li dar bikeve, ango ku krîs bigihêje Portugal, Spanîya û Îtalîya. Eger wisa bû, rewș tên guhertin:

-Di gavên pêștir de kare bandorê bihêz li Swêdê bike. Eger di dawîyë de Yûnan mecbûr bibe ji hevkarîya eurôyê derkeve, wê demê dê tevlîhevîyeke berfireh li Ewrûpayê ҁê bibe, krîseke nû, û dê banorê bêguman li Swêdê jî bike. Swêd welatek biҁûk e û yekcar girêdayî firotina derveyê welat e ya piranîya wê diҁe welatên ewrûpayî. Îca krîsek li Ewrûpayê yekser digihêje Swêdê jî.

Di halê hazir de ji deh swêdîyan yek endametîya Swêdê di hevkarîya eurôyê de dixwazin, li gor lêkolîneke universiteya Göteborg pê rabûye. Ev lêkolîn di payizê de bû û gelek bawer dikin ku dê ev beșa kêmtir baya eger ev pîvan nuha di buharê de bûya. Gelo dê rewșa Swêdê ҁawa ba îro eger me euro bikarbanîya? Sonning careke din:

-Bersivdana vê pirsê ne hêsan e. Sonning dibêje ku me yê aborîyeke wisa baș nebana wek ya me îro heye. Ege rem li paș binerin, bê di dema krîsa 2008 de ҁi bû. dema hêjayîya krona swêdî bi %16 hate xwarê û hișt ku firotina swêdî bo derveyê welat bên parastin ji ber buhayîyên me kêmtir bûn di cîhanê de.

Ev yeka hișt ku em ji krîsê bên parastin. Sonning dibêje her astengîya Yûnanê jî, ev e, dema Ewrûpa têkeve krîsê de , wê demê Yûnanê nikare hêjayîya perê xwe daxîne, ji ber wan perê xwe bi xwe tune ne. Ew girêdayî euroyê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".