Di hindirê pênc salan de 600 penaxwazên genc li Swêdê wenda bûne. Wêne: Jessica Gow.

Bi sedan penaxwazên genc wenda ne

Ji sala 2007 de 600 penaxwazên genc li Swêdê wenda ne piștî ku ba dezgehên swêdî hatine qeyid kirin.

Gelek ji wan xwe berze kirine piștî biryara red kirinê wergirtine û ji alîyê dezgehên swêdî ve zêde derbarê rewșa van ciwanan nizanin, bê ҁawa dijîn û li ku derê radizên. Gana, yê bi xwe bi navekî din e, yek ji van ciwanên penaxwaz e. Ew nuha ser cadeyên Stockholmê dijî.

-Min IKEA peyda kir. Ew korv, ango sosîcê bi nan erzan difiroșin, tenê bi pênc kronan. Îca rojane diҁûm wê derê û min sosîc dixwar.

Di zivistanê de birîya red kirina Gana hat, bo ku neyê derkirin ji Swêdê wî dest ji xanîyê taybetî bo penaxwazên genc yên bi serê xwe hetine Swêdê berda, ji ber ew newêre vegere welatê xwe. Wî berê xwe da Stockholmê bêyî ku bizanê li ku derê dê bimîne:

-Ez her li tirêna bin erdê, ango tunnelbana yê siwar dibûm ta digirtin. Gana dibêje ku li bendî dima ta careke din vedikirin bo ku têkeve tirênekê de û ji xwe re piҁekî razê.

Sala par bêhtirê ji 2600 zarok û ciwanên bi serê xwe hatîne Swêdê daxwaza mafê penaxwazîyê kirin û îsal tên payin ku bêhtir ji 3000 zarok û ciwanên din dê bên.

Bo nêzîka her serê ҁar kesan yek ji van zarok û ciwanan re mafê mana li Swêdê  qebûl nabe û ji ber vê yekê jî gelek ji wan hildibijêrin ku birevin û xwe ji dezgehên swêdî veșêrin. Li gor daîreya koҁê, Migrationsverket tenê îsal 75 salbiҁûk revîyane. Dezgehên cuda zêde ser rewșa van ciwnan nizanin. Li Malmö yê, agahdarî geheștîye polîs ku 20 penaxwaz genc di van mehên dawî de revîya ne:

-Peter Norén, ҁavdêrê tawankarîyê ba polîsê sînor li Malmö dibêje ku me ҁare tune ye, eger hema navnîșanek yan agahdarîyek geheștinaya me, bêguman me yê li wan gerîyaba. Lê me tiștek tune ye.

Peyivdara pirsên siyaseta penaxwazîyê ya partîya ҁep, Christina Höj Larsen rexnedara pêvajoya penaxwazîyê ye û yasayên swêdî di vî warî de. Ew dibêje peymana bi navê Dublin sedema serekî ye bo reva van ciwanan ango ku ev kesana vegerin welatê yekem di hindirê herêma Schengen de yê geheștinê  berîya bên Swêdê. Lê berîya hertiștî awayê muamela salbiҁûkan di pêvajoya penaxwazîyê de li Swêdê ne durist e li gor wê:

-Li gor dîtina min, Christina Höj Larsen dibêje nabînim ev zarok rastî lêkolîneke penexawzîyê ya ewleyîya dadî dibin li Swêdê. Ji ber jêpirsîna yekem gelekî giring e û li wê derê gelek kêmasî dibin. Û di vî temenî de yên salbiҁûk baș nizanin bê ҁi ya herî pêwîst e ku bînin ziman. Bêhtirê caran bi rêya wergerekî telefonî dibe û bê amadebûna godman, ango serpiriștekî zarokan yan nûnerekî hiqûqî. Û bi vî awayî jî bandor ser mana wan li Swêdê dibe.

Li gor Fredrik Federley, peyivdarê pirsên siyaseta penaxwazîyê yê partîya navendê, ҁareya berdewam ew ku agahdarî û tîps bo dezgeh û polîs bên bo ku li van ciwanan bigerin. Federeley dibêje jî ku giring civaka sîvîl bi rêxistinên xêrxwaz bi alîkarîya van ciwanan rabin, herҁend ku kare mîna durûtîyê bên dîtin jî:

-Kare mîna durûtîyê be bo van ciwanan, lê wê xirabtir ba eger civaka wan redkirîye bi parastina wan jî rabe, lê hêvî ew e ku piștî ҁend salên din ev astengî ҁareser bibe.

Piranîya yên direvin ewin yên zanin dê bên vegerandin bo welatê yekem geheștibûnê di hindirê yekîtîya ewrûpayê de, ango li gor peymana Dublin, ji ber vê yekê jî Christina Höj Larsen dibîne ku ya hukûmet û Federeley kare bike ew e ku van zarok û ciwnaan li derveyê vê peymanê bihêle ji ber rewșa wan li wan welatan nemirogvî ye. Federeley ji alîyekî ve bi dîtina Höj Larsen re ye. Ew dibîne ku dezgeha koҁê kare di karê xwe de zelal bike ku awarte bike, wekî mîna rewșa li Yûnanê. Divê zarok neyên bo wê derê naeyên șandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".