Mîdûr belgeyan dixwazin /Foto: Scanpix
PERWERDE

Ji çar midûran yek li gor qanûnê nake

Ji bo ku şagirt alîkarîya taybet li dibistanê werbigirin midûr doza teşxîsa nexweşîyê dikin, wekî mînak bê nexweşîya adhd yan dysleksî li şagirt heye yan na. Ev gotina %25ê mamosteyan e ku di lêkolîna kovara mamosteyan Lärarnas Nyheter de hatîye weşandin.

Lê eger mirov li gorî qanûna dibistanê biçe heqê beledîyê yan midûr nîne dawa raporên doktor bike. Mafê hemî zarokên ku di dersan de zehmetîyan dikişînin heye ku destekê wergirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".