Abd al Haqq Kielan melayekî Swêdî ye/Foto: SR

Pêwistî bi melayên swêdî heye

Wezîrê întegrasyonê Erik Ullenhag dibêje pêdivî bi bêhtir melayên bi perwerda swêdê heye. Bi vî awayî Ullenhag hêvîdar e mela nirxên bingehîn yên civaka swêdê werbigrin. Ullenhag vê daxwaza xwe di rojnama Dagens Nyheter de eshkere dike.

Di bernama Uppdrag Granskning ya televîzyona swêdî de derket holê ku ji deh meleyan şeşan şîretên li dij destûra swêdê ye dane jinên ku destekê dixwazin.

Halê hazir perwerda melatîyê piranî li derveyî Swêdê li welatên mîna Erebistana Siûdî tê dayîn. Loma daxwaz hene ku dewleta swêdê jî perwerda melatîyê bide destpêkirin. Lê Erik Ullenhag dibêje bernameyek wiha di rojeva wan de nîne û ev ne karê sîyasetvana ye, ji ber ku li Swêdê ol û dewlet ji hev cuda ne.

Di bernameya Uppdrag Granskning ya televîzyona swêdî de du jin bi kamerayên veşartî çûbûn mizgeftan, gotibûn mêrê wan li wan dixin, dixwazin jineke din bînin û ji mela dipirsîn bê ew divê çi bikin. Piranîyê meleyan gotibûn mafê zilêm heye di hin şertan de gelek jinan bîne û tembih dikirin ku jin ji ber ku lêdan xwarîne neçine polîs û gilî nekin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".