Du rojnamevanan di pênc saetan demançeyek kirîbûn /Foto: SR

Rojnamevanên çekhilgir ceza xwarin

Serredaktorê rojnameya Expressenê Thomas Mattsson û du hevkarên wî ji ber ku bi qaçaxî çek hilgirtine ji alîyê dadgeha destpêkê ya Malmö ve hatine mehkûmkirin.

Ji bo ku biceribînin bê peydakirina çekan li Malmö çiqasî hêsane du peyamnêrên Expressenê çûbûn bajêr û piştî pênc saetan demançeyek kirîbûn. Di rojnameyê de wan bi sernivîsên mezin dabûn zanîn bê ew çawa tevgerîyane û paşê demançe teslîmî polîsan kiribûn.

Serredaktorê Expressenê Thomas Mattsson mehkûmkirina dadgehê rexne dike û dibêje wan di çarçeva karê rojnamegerî de çek kirîne, ne ji bo ku sîlehê hilgirin.

Ji ber ku rojnamevanan bi xwe çek radestî polîs kirine Dadgeha Destpêkê cezayê wan sivik kirîye, hikmê bimerc û xeramet li wan birî ye. Mafê xebatkarên Expressen yê îtirazê heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".