Ji bo bêkaran rewş xerab bûye. Foto: Bertil Ericson/Scanpix

Desteka ji bo jiderbketîyan xerab e

0:10 min

Di wergirtina tezmînata ewleyîyê de Swêd êdî ne di nav dewletên ku sewîya wan herî bilind de ye. Heta berya çend salan di wergirtina kaseya bêkarîyê de Swêd di cîhanê de di rêza duyê de bû, lê niha ew ketîye bin sewîya navencîyê.

 -         Dîmenekî wisa li cem me heye ku modela swêdê ji yên welatên din pir xurttir û merdtir e. Niha em dikarin bibînin ku ev dîmen êdî nerast e.

Ev gotinên lêkolînera sîgortayên civakî Irene Wennemo ne.

Desteya lêkolînê ya sîgortayên civakî li parlemanê rapor siparîş kirîye. Nivîskarên raporê li tezmînatên nexweşîyê, malûlîya karî û sîgortayên bêkarîyê ji bo normal miaşê karkerekî di sanayîyê de di navbera 2005 û 2010 de nerîne. Di rapora ku îro rojnameya Svenska Dagbladet weşandîye de xuya dibe ku Swêd di nav welatên OECD de êdî ne yek ji wan welatên sereke ye. Heta sewîya wê daketîye bin navencîyê.

Bi raya Irene Wennemo pêşveçûneke bi vî awayî dikare xwesteka fînansekirina refaha swêdî kêm bike.

-         Beşek ji modela refaha swêdî bi saya çîna navîn pêk dihat, ji ber ku ji wan bi xwe re ev stareke aborîyê bû ew amadebûn peran razînin sîgortayên civakî. Lê niha xeter heye ku ev piştgirî hilweşe, dibêje Irene Wennemo.

Daketina herî berbiçav di sewîya wergirtina kaseya bêkarîyê de dîyar dibe. Eger mirov li Swêdê bêkar bimîne di nava her 200 rojên destpêkê de ji %80 miaşê xwe gerek bistîne, piştî 200 rojî ew dadikeve ji %70. Lê kaseya bêkarîyê herî zêde dikare 18700 kron be. Miaşê mirov çiqas be bila bibe eger mirov bê kar bimîne mirov zêdeyî 18700 kronî nikare bistîne. Û ev yek ji sedemên bingehîn yê kêmkirina sewîya kaseya bêkarîyê ye.

Dema mirov sala 2010ê bi 2005ê re dide ber hev mirov dibîne ku di nava van pênc salan de wergirtina kaseya bêkarîyê ji %13 kêm kirîye. Ji hemî kesên bêkar tenê ji %12ê bêkaran wekî berê ji %80 miaşê kar werdigrin. Ji alîyek din ve sîgortayên îlawe hene, lê kesên ku wan sîgortayan peyda dikin ne yên herî muhtac in.  

Lê ne tenê dema mirov li kaseya bêkarîyê dinere rewş li Swêdê xerabtir xuya dike. Ew Swêda ku heta berya çend salan ji bo kesên bêkar û jiderbketî wekî yek ji welatên herî baş di cîhanê de dihate dîtin, di warê sîgortayên qezayên kar de jî îro di nav welatên OECD de yek ji welatên herî jêr e. Swêd yek ji wan welatan e ku sewîya tezmînata sîgortayên civakî herî zêde lê daketîye.

Irene Wennamo destnîşan dike ku kaseya bêkarîyê ev demeke dirêje şûn de maye.

-         Em dikarin bêjin ku cudahîyên herî mezin di nava van pênc salên dawî de rûdaye, lê bi rastî vê pêvajoyê zû de, hîna di krîza 90î de dest pê kir. Divê em qebûl bikin ku di dema bêkarîyê de ewleyîya sîgortayê li Swêdê êdî kêm e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista