Prenses Estelle a sê mehî. Foto: Kate Gabor/Kungahuset.

Prenses Estelle hat vaftîskirin

Prenses Estelle îro li dêra Slottskyrkan hat vaftîskirin. Di merasîma ku 300 mêvan beşdarî lê kir de ligel malbata şahî pir vexwendiyên kraliyên welatên din amade bûn. Wekî din nûnerên parleman, hikûmet, saziyên dewletî, civatên olî û dîplomat jî beşdarî merasîmê bûn. Du mêvanên ku bal kişandin hevala prens Carl Philip Sofia Hellqvist hevalê prenses Madeleine Chris O'Neill hebûn yên ku cara pêşî ye bo merasimek fermî hatine vexwendin.

Mêvan ji saet 11 û pêde hatin dêra Slottskyrkan’ê û merasîmê heta 12’an dewam kir. Merasîma ayînî ya ku yek saetê dewam kir, ji aliyê sermetran Anders Wejryd, serwaizdarê kralî Lars-Göran Lönnermark û serpîskoposê katedrala Stockholmê Åke Bonnier hat rêvebirin.

 

Berî bi 18 salan pêşniyaz bû ku ji şah û welîehdan re azadiya olî bê dayîn lê şahê niha ev yek nepejirand. Azadiya olî yek ji mafên mirovî yên bingehîn e, û di peymana Ewrûpa û qanûna bingehîn ya Swêdê de parastî ye. Lê li gorî qanûna welîehdî ku yek din ji qanûnên bingehîn ên Swêdê ye, ev mafê azadiya olî ji bo şah û welîehdan derbas nabe.

Şah, prensesa xwedîtac Victoria û prenses Estelle mafê textê kraliyê wenda dikin eger endametiya xwe ya dêra mesîhî-luterî piştrast nekin. Vaftîskirina prenses Estelle jî biryardêr e bo ku ew karibe bibe şahbanûya Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".