Zêdeyî texmînên berê dê zarok çêbibin li Swêdê. Foto: Hasse Holmberg/Scanpix.

Nifûsa Swêdê berdewam zêde dibe

Nifûsa Swêdê berî bi ne gelekî 9,5 milyon derbas kir. Li gorî pêşbîniya nû ya buroya navendî ya statîstîkê SCB, sînorê 10-milyonî dê di sala 2018an de derbas bibe. Wê demê dê di nava 14 salan de nifûs bi milyonekê zêde bûbe. Heta niha nifûs ewqas zû zêde nebûye li Swêdê. Van salên dawiyê hejmara niştecîhên Swêdê bi carekê de pir zêde bû hem ji ber koçberiyê û hem jî çêbûna zêdetir zarokan. Li bendê ye ku nifûsa Swêdê di nava van pênc salên li pêşiya me de salane 80 000 zêde bibe. Li gorî pêşbîniyan ev zêdebûna nifûsî dê heta salên 2020’î jî dewam bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista