Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd û NATO hevkarîyê xurt dikin

Hat weşandin tisdag 22 maj 2012 kl 16.04
Hevkarîya Swêd û Nato
6:18 min
Serokwezîr û wezîrê derve yên Swêd jî li Chicago ne /Foto: Scanpix

Nûnerên hikûmeta Swêdê ji bo xurtkirina hevkarîya bi Nato re di komcivîna li Chikago de hazir in. Serokwezîr Fredrik Reinfeldt û wezîrê derve Carl Bildt li Chikago hevdîtinan dikin. Sosyaldemokrat jî bi erênî li xurtkirina hevkarîyê dinêrin

-         Niha belkî em nêzîktir bibin. Hîna em ne gihane wê qonaxê, lê di nav vê hevkarîya nû ku tê avakirin de ji Ewrûpa Swêd, Fînlenda, Awusturya û Swîsre dê cî bigrin. Û bi vê re imkan wê derkevin ku em di operasyonên aştîyê de danûstandina xwe ya stratejîk pêş ve bibin.

Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bidlt bi van gotinan bendewarîyên xwe yên ji komcivîna Nato ya li Chicago ya Amerîka eşkere dike.

Civîna dewletên endamên Nato duh dest pê kir. Îro jî Nato wê bi mebesta avakirina hevkarîyeke ne li ser bingehê endamtîyê bi hin welatan re rûne û yek ji van welatan Swêd e. Mebest ew e ku bingehê hevkarîyekê bê sazkirin.

Li ser heman mijarê îro di rojnameya Svenska Dagbladet de jî serokwezîr Fredrik Reinfeldt, wezîrê derve Carl Bildt, û wezîra parastinê Karin Enström nivîseke hevbeş weşandine. Di nivîsê de nûnerên hikûmetê behsa Natoyeke nû dikin. Ew dinivîsinin ku êdî NATO ne tenê rêxistineke xweparastinê ye, lê ew di çareserkirina nakokîyên navnetewî yên di bin sîwana NY de rolekî girîng dilîze. Û li gor wezîrên Swêdî ev hêz ji bo parastin û berfirehkirina aştîyê girîng e û karê Nato yên li Bosna, Kosovo, Afganîstan û Lîbya ew wekî mînak didin.

Di gelek ji van mudaxeleyên Nato de bê ku endamê Natoyê be Swêdê jî bi awayên cuda piştgirî daye. Leşkerên Swêdî ev nêzîkê deh salane li Afganîstan in û herî dawî di şerê Lîbya de Swêd desteka firokeyên şer da. Û wekî nirxdana Swêd ya di van mudaxeleyan de serokwezîrê Swêd Fredrik Reinfeldt duh di komcivîna Nato de axavtinek pêşkêş kir û ev wekî xurtbûna pozîsyona Swêd di nav Nato de tê binavkirin.

Hevkarîyeke xurtkirî ya bi vî awayî ji alîyê partîya mezin ya muxalefetê Sosyaldemokratan ve jî baş lê tê nerîn. Berpirsê Sosyaldemokratan yê sîyaseta parastinê Peter Hultqvist:

- Hevkarîyek bi vî awayî wê balkêş be, lê ev nayê wê wateyê ku em dev ji bêalîbûna xwe berdin û bê xebera NY em bikevin nav tevgerên leşkerî.

Û li gor nûnerê Sosyaldemokratan Hultqvist daxuyanîyên Carl Bild yên di vî warî de wekî ku Swêd di pêvajoya endamtîyê de be şaş in. Swêd ne di pêvajoyeke wilo de ye û eger wisa be divê gelê Swêdê vê biryarê bide. Lê gelo ew  gotinên Carl Bildt bi vî awayî şîrove dikin? Peter Hultqvist:

- Gotûbêjek wiha tê kirin ku di dawîyê de em neçar in bikevine pêvajoyeke ji bo endambûna Nato. Ez ne di wê bawerîyê de me. Divê em bikaribin hevkarîyê bikin lê em bêalîbûna xwe biparêzin, dibêje berpirsê Sosyaldemokratan yê sîyaseta parastinê Peter Hultqvist.

Partîyeke din ya muxalefetê ku gotinên Carl Bildt li hesabê wê nayê Partîya Jîngehê – Miljöpartîet e. Berpirsê Miljöpartiet yê sîyaseta parastinê Peter Rådberg dibêje Nato berhemekî şerê sar e ew herwiha nerazîye ku Swêd hevqasî xwe nêzîk dike.

-         Bi me Swêd gelekî zêde nêzîkê Nato bûye. Erê em ne li dij in ku bi Nato re hin temrîn hebin. Swêd hema hema beşdarî hemî temrînên Nato dibe. Lê bi me ev hevkarî êdî zêde çûye.

Lê eger ji xwe hevkarîyek heye ma ne baştir e ku mirov vê resmî bike da ku mirov bêhtir bibe xwedî xeber? Peter Rådberg:

-         Nexêr, Nato benda leşkerî ya herî mezin e li cîhanê. Bi endambûn û nêzîkbûna Swêdê aştî û refaha cîhanî wê pêş de neçe.

Li gor nûnerê Partîya Jîngehê Rådberg Nato weke bendeke leşkerî nikare pirsgirêkên cîhanê yên mîna koçberî, xela, terorîzm, avûhewayê çareser bike û dixwaze ji dêla xurtkirina hevkarîya bi Nato re Swêd giranîyê bide hevkarîyên sivîl yên neleşkerî.

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt dixwaze hevkarîya bi Nato re derbasî merheleyeke bilindtir bibe lê endamtîya Swêd ya ji bo Nato li gor wî ne di rojeva wan de ye. Ew dibêje babeta sereke ya civînê Afganîstan û piştgirîya Swêd ya li wira ye. Piştî vekişîna leşkeran pilanên Nato hene ku destekê bide leşker û polîsên Afganîstan û dixwaze Swêd jî alîkar be. Reinfeldt ti bersivên zelal nade bê ew ê paşê piştgirîyê bidine vê daxwazê yan na, lê dibêje em ê binêrin.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".