Tamîrkarên li îstasyona trênê ya navendî ya li Stockholmê di grevê de ne. Foto: Anders Wiklund/Scanpix.

Greva sendîkaya Byggnads dewam dike

Sendîkaya Byggnads, kardarên VVS Företagen û federasyona Plåtslagerierna roja duşemê li gel hev gotûbêj kirin lê negihan tu encamê, li gorî VVS Företagen. Ev tê wateya ku 850 endamên din jî yên Byggnads’ê beşdarî grevê dibin vê roja sêşemê. Sedema nakokiya heyî, daxwaziyên sendîkayê yên bo kurtkirina dema karî û zêdekirina meaşên praktîsyenên ku fêrî kar dibin. Kardar jî naxwazin dema karî kurtir bikin. Grev ketiye hefteya xwe ya çaremîn û halî hazir bi beşdariya 2 000 kargiran berdewam e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".