Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Mamoste ji hilbijartina xwe poşman in

Pir mamoste ji karê xwe nerazî ne. Arşîvfoto: Drago Prvulovic/Scanpix.

Nêzî nêviyê mamosteyan li hilbijartina xwe ya pîşeyî poşman dibin, li gorî lêkolînek ku meclîsa endustrî û bazirganiyê ya başurê Swêdê Sydsvenska Industri- och Handelskammaren daye çêkirin. Zêdeyî 700 mamosteyên xwendingeha amadeyî û yên dibistana bingehîn ji tevahiya Swêdê beşdarî lêkolînê bûne.

Wek di lêkolînên din de jî diyar bûye, pir mamoste dixwazin karê xwe biguherin. Mamoste bi taybetî ji bo meaşên zêdetir, stresa kêmtir, demên baştir ên kar û wezîfeyên din dixwazin kar biguherin.

                  

Li gorî encamek lêkolînê, hemû kesên ku perwerdeya mamostetiyê dixwînin di pîşeyê xwe de ne jîr in û hemû mamosteyan perwerdeya mamostetiyê nexwendiye. Mamoste bi giştî bi karê xwe serbilind in lê nerazî ne ji meaş, jîngeha karî û îmkanên kariyerî, li gorî lêkolînê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".