Gelek ciwan difikirin ku ew rastî cudakarîyê tên.Foto: Janerik Henriksson / SCANPIX
Lîstikvanekî futbolê dibêje:

"Heta yekî swêdî hebe rê nadin xerîban"

Futbol û cudakarî
7:26 min

Gelek zarok û ciwanên ku yan ew li derveyî Swêdê çêbûne yan jî dêûbavên wan ji welatekî din hatine Swêdê di nav futbolê de çalak in. Loma futbol yek ji sporên herî pirçandî li Swêdê tê dîtin, lê gelek kesên ku li Swêdê mezin bûne, wext û enerjîya xwe pir dane futbolê difikirin ku ji bo ku ew ne swêdî ne rastî cudakarîyê tên û neheqî li wan dibe. Yek ji van Agid Tan e ku ji pênc salîya xwe ve bi futbolê dilîze.

Agid Tan yê niha bîst salî çavên xwe bi lîstika gokê vekirine. Ji roja ku tê bîra wî ew bi futbolê dilîze. Herdemê di jîyana wî de tişta herî girîng futbol bûye û ew di gelek taximan de lîstiye.

Heta berya salekê-duyan jî hêvîya Agîd û malbata wî mezin bû ku ew bibe lîstikvanekî mezin, lê niha hêvî kêm bûne, dibêje bavê Agîd, Evdilcelil Tan. Dayîka Agid, Celîle Tan jî dibêje antrenoran ferq têxistin navbera zarokên wan û yên Swêdîyan de û loma ew rastî cudakarîyê dihatin.

Elias Minierji şêfê akademîya ciwanan yê klûba AIK li Stockholmê ye. Bi nerîna wî sedema neleyizandina lîstikvanekî jêhatî nehewceye cudakarî be. Gelek caran hesta xwedervedîtinê hîncetek hêsan e ku mirov serî lê dide.

- Her antrenorek li gorî xwe taximê xwe ava dike. Belkî lîstika kesekî bi dilê min be, lê ne li gor serê yekî din be. Bê çawa fikrên mirov li ser stêrkên di taximê netewî, yan Barcelona de cihêreng in ew jî bi heman awayî ye. Lewma carna guhertina taxim baş e.

Bi nerîna Elias Minierji gelek ciwanên mîna Agîd di nav futbolê de dema nêzîkê 20 salîyê dibin di pêşketinê de rawestînekê dibînin. Lê ev tiştekî normal e, ji ber ku ji xwe tenê kesên jêhatî êdî di taximan de mane. Loma di vî temenî de dibêje Elias M divê mirov serhişk be û dewam bike. Gelek lîstikvan cara pêşî di 24-25 salîya xwe de dikevin nav tîma A ya AIK de.

Lê xuya malbata Tan hêvîyên xwe winda kirin e ku êdî lawê wan bibe lîstikvanek bi wê mezinahîya ku wan hêvî dikir.

Bavê Agid, Evdilcelîl herçend xemgîne ku di futbolê de lawê wî ne bûye sterkek jî ew dibêje feydeyên sporê wekî din pir hene. Wek mînak, ciwanên dûrî sporê gelek ciwan dikevin nav karên xerab û krîmînel de, lê tiştek wiha ji bo wan ti caran nebûye behs. Berovajî ciwan bi xêra futbolê îro bi disiplîn û saxlem in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".