1 av 3
Lêkoler Göran Lambertz qanûnek nû pêşniyaz dike. Foto: SR
2 av 3
Tê pêşnîyazkirin ku kesên dibin sebeba zewaca nebidil bên cezakirin. Foto: Scanpix
3 av 3
Wezîra hundir Beatrice Ask û wezîra wekhevîyê Nyamko Sabuni ji pêşniyazê razî ne. Foto: SR

Zewaca bi darê zorê tê cezakirin

Zewaca bi zorê
4:37 min

Divê zewac bi dil be, yan na bila ew bê cezakirin. Ev pêşnîyazeke qanûnê ye ku ji alîyê lêkolîneran ve îro hate pêşkêşkirin û ji alîyê wezîrên hikûmetê ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Li gor pêşnîyazê divê cezayê zindanê li yê ku bi darê zorê kesekî dizewicîne bê birîn.

Di pêşnîyazê de herwiha tê xwestin ku zewaca bi kesên bin temenê 18 salî re bê qedexekirin.

-         Xala ku dê bibe mijara behsê ew e ku em pêşnîyazdikin da zewaca zarokan, bi taybetî yên nefermî ku di nav hin koman de li gor ol û adetan tên kirin wekî sûc bê hesibandin e.

Ev gotinên lêkolînerê  dadmendîyê Göran Lambertz in ku îro danîna qanûneke nû pêşnîyaz dike. Belê Lambertz pêşnîyaz dike ku cezayê zindanê li yê ku bi darê zorê kesekî dizewicîne bê birîn.

Di konferanseke çapemenîyê de wezîra navxweyî Beatrice Ask û wezîra wekhevîyê Nyamko Sabunî kêfxweşîya xwe beramber pêşnîyazê ragihandin.

Wezîra wekhevîyê Nyamko Sabunî got: ”Jji xwe halê hazir zewaca zarokan li gor qanûnê qedexe ye û ji ber pêbendîyên çandî û olî kes miaf nabe”. Lê bi vê qanûna ku niha, berya tatîla havînê tê pêşnîyazkirin ew dixwazin balê bikişînin ser cidîyeta ku ew wekî hikûmet didine vê mijarê:

-         Ev gaveke girîng e. Em dixwazin zelalbikin ku dema mirov hin adetan tîne cî mirov li hember qanûna Swêdê derdikeve. Ev ji qanûna heyî gelekî zelaltir e. Loma li gor Sabuni ev gaveke girîng e ku civaka sivîl li bendê bûye.

Li ser pêşnîyazkirina zewaca nebidil ya bi darê zorê xuyaye hemfikirîyek berfireh heye, lê daxwaza ku dîyar e dê bibe mijara gotûbêjan zewaca kesên bin 18 salî re ye. Göran Lampertz li bendê ye ku li ser vê xalê nerazîbûn bên bihîstin, ji ber ku ev xal wê tesîrê bi taybetî li wan civatên ku bi awayê dînî û kulturî dizewicin bike.

-         Mîna ku em zêde zextê li van koman dikin û ji alîyê civata swêdî ve em emperyalîzma kulturî dikin dikare were dîtin, dibêje lêkolîner Göran Lambertz.

Bi raya Azam Qarai, ji rêxistina Tora Jinan ku piştgirîya keç û qîzên ciwan dike ev pêşnîyazeke pir baş û di cîyê xwe de ye.

-         Ji bo kesên ku tûşî zordestîyan tên ev pêşnîyaz wê dewreke mezin bilîze û ji bo gelekan ev wê pir baş be dibêje Azam Qarai. Li gor wê bi vê qanûnê re hin kes jî wê curet nekin ku êdî zarokan bizewicînin.

Lê profesorê islamologîyê Jan Hjärpe nebawere ku tesîra vê qanûnê ewqas mezin be:

-         Tesîra berbiçav wê kêm be ji bo ku di çavê malbat û ehlan de du kesên ku tev de dijîn - herçend huqûqî mehra xwe nibirîbin jî - wekî zewicî têne qebûlkirin. Û ev yek jî nikare bê qedexekirin ji bo ku hevjînî ku bi swêdî jê re dibêjin sambo li Swêdê serbest e, dibêje Jan Hjärpe.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".