Wanja Lundby-Wedin. Foto: Scanpix.

LO seroka xwe diguhere

Konfederasyona Sendîkayan, LO
2:10 min

Wanja Lundy-Wedin piştî 12 salan ji serokatîya Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê, LO îstifa dike. Lê di vê dema serokatîya Wedin de sendîkaya LO gelek endamên xwe windakirine. Sendîkayê herwiha mîna ku dixwaze nikarîye xwe bigihîne ciwanan û ji alîyê gelek kesan ve wekî beşekî partîya Sosyaldemokratan be tê dîtin.

- Dema LO xwe birêxistin kir awayê karan cuda bû, cîyên karan mezin bûn û di nav van beşan de îro jî LO lawaz nebûye. Lê pirsgirêk ew e ku LO nikarîyê xwe bigihîne karên ku li gor dema îro hatine avakirin û di van karan de piranî ciwan kar dikin. 

Belê, li gor Irene Wennamo ku berê di yekîneya jîyana karî ya Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê LO de cî girtîye sedema ku LO wekî berê ne xurt e ew e ku sendîkayê nikarîye xwe nû bike.

Şîrovegerekî din ku heman nêrînê parve dike sernivîsarê rojnameya nêzîkê sosyaldemokratan Dalademokraten Göran Greider e. Greider dibêje halê hazir sektora kar ya xizmetê û şîrketên piçûk pir mezin e, loma gereke LO giranîyê bide karkerên di van beşan de.  Û bi raya Greider divê LO bêhtir çalak be da ku bala karkerên nûhatî bikişîne.

-          LO niha wekî rêxistina NY wergerîyaye  tiştekî, xeyalî, belawela û hîna bi ramana modela swêdî dimeşe. Bi raya min divê ew bêhtir giranîyê bidin bûyerên hişyarkirin û mîlîtanî, da ku bikaribe bala ciwanan bikişîne. Wekî mînak greven sîyasî û çalakîyên ku bên xuyakirin. Di vî warî de ew gelekî bêdeng mane.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".