Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
1 av 2
2 av 2
Rojnamevan Eşref Okumuş. Foto: Arbetet

Guhdarkirina telefonên sîyasetvanan bi piştgirîya Telia tê kirin

Hevpeyvîn bi Eşref Okumuş re
6:13 min

Bi sedan sîyasetvan, çalakvanên mafê mirovan û endamên sendîkeyan li Tirkîyê ji ber ku bi dizî guhdarîya telefonên wan hatîye kirin ketine zindanê. Ekserîyeta kesên zindankirî xeta Turkcell ku şirîkê şîrketa Swêdê Telia Sonera ye bikaranîne.

Lêkolîna bazirganîyê û encamên wê rojnamevan Eşref Okumuş kirîye. Di hevpeyvîneke bi beşê kurdî yê radyoya Swêdê Zayele de Okumuş radigihîne ku ji ber guhdarkirinên bi dizî li Tirkîyê bi hezaran kes ji ber fikrê xwe hatine girtin û Swêd jî wekî şirîkê sûcên Tirkî tê dîtin.

Derbarê encamên bazirganîya bi Turkcell re me ji şêfê komunîkasyona derve yê Telia Sonera Thomas Jönsson pirsî bê haya wan çiqasî ji van guhdarîkirinên bi dizî û encamên wê heye.

- Mafê polîs û îstixbaratên hemî welatan heye ku di hin çarçoveyan de li netverkê binêrin. Li hemî welatan ev wiha ye. Û haya me ji vê yekê heye, em dizanin ku ev beşek ji karê ku em dikin e.

Li ser pirsa ku behsa bidizîguhdarîkirina sîyasetvan, çalakvanên mafê mirovan û rojnamevanan tê kirin Tomas Jönsson dibêje ku haya wan ji van haletên taybet ku Arbetet behs dike nîne û berpirsîyartîya ku ew hîs dikin ew e ku zêdeyî pêdivîyan û derveyî qanûna kar neyê kirin. Lewra dibêje Thomas Jönsson berya mihekê me ji birêvebirîya Turkcell re nivîsand û xwest ku ew rast tevbigerin. Di nêzîk de di civîna birêvebirîya Turkcell re hevdîtin hene û di wira de jî ev daxwaz wê bên rojevê.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".