Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Xwendina biyaniyan ji maaşê wan bilindtir e

Biyanî ji swêdiyan bêtir xwenda ne
6:33 min
Zilamên bi xwendina bilind karên kesên bi xwendina nizim dikin. Wêne: Janerik Henriksson/Scanpix.

Xwendin û tahsîla kesên li derveyê welat hatine dinê ji ya kesên li Swêdê çêbûne bilindtir e. Her weha asta xwendinê ya ji sedî 70yî wan kesên li derveyê welat hatine dinê jî ji wan karên dikin bilindtir e. Lê piraniya caran asta maaş ya zilamên li derveyê welêt hatine dinê tenê bi qasî asta maaşê jinan e.

Ev çend ji encamên lêkolîna asta jiyanê ya kesên li derveyê welat zayîne ye ku Navenda Linnè ya lêkolînên entegrasyonê ya Zaningeh Stockholmê li ser kar dike.

Profesorê sosyolojiyê Carl le Grand ku yek ji rêvebirên lêkolînê ye dibêje zilamên biyanî ji jinên biyanî bêtir di bazara kar de rast li cûdakariyê tên.

– Ferqa maaş û destheqê ya di navbera zilamên li derveyê welat û hundirê welat hatine dinê de gelekî mezin e. Ferqa navbera jinên biyanî û yên swêdî gelekî kêm, û ev tê vê wateyê asta maaşên zilamên biyanî bi qasî asta maaşên jinan e. Divê mirov ji xwe bipirse ka ev çima wisa ye?

Zilamên biyanî nikarin bi qasî jinên biyanî di civaka Swêdê de xwe bidin pêş û xwedî li mafên xew derkevin, dibêje Carl le Grand. Zilamên biyanî bêtir caran di gava yekem de ji ber navê xwe dibin hedefa cûdakariyê.

Lê gelo çima biyanî ji kesên li Swêdê hatine dinê kêmtir maaş digirin tevî ku lêkolîn nîşan dide ku xwendin û tahsîla biyaniyan ji yên li Swêdê çêbûne gelekî bilindtir e.

Jonas Karlsson yek ji lêkolînerên sereke yê rapora li ser asta jiyanê ya biyaniyan e. Di lêkolînê de wan biyaniyan li gorî sisê herêmên cografîk beş kirin e: ji welatek endamê Yekîtiya Ewrûpayê tên, ji Emerîka Latînî û Rojhilata navîn û Bakûrê Efrîkayê. Jonas Karlsson.

– Kesên ji van her sisê grûpan jî bi swêdiyan re qiyas xwedî asteke bilindtir ya xwendin û tahsîlê ne. Berî her tiştî kesên bi xwendina zaningehê di nav koçberan de gelekî bilindir e.

Pêşhukmiyek vala ye ku kesên ji welatên dûrtirê Swêdê tên xwedî xwendineke kêmtir in jî. Û ev îddîa nikare were piştrastkirin, dibêje Jonas Karlsson.

– Koçberên bi xwendina herî nizim ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê û welatên dewlemend tên. Û koçberên bi xwendina herî bilind kesên ji grûba Emerîka Latînî ne. Gava mirov li koçberên têne Swêdê dinêre mirov dibîne ku ew endamê çîna navînî ya xwenda ya welatên xwe ne, dibêje Jonas Karlsson.

Tevî ku xwendina koçberan bilindtir e dîsa jî ev kes di karên wisa de dixebitin ku ev jêrî xwendin û tahsîla wan e. Bi ya lêkolînê ji sedî 70yî kesên li derveyê welat zayîne di nav pênc-deh salên ewil li Swêdê di dereca xwendina xwe ya bilind de karek nikarin bibînin.

– Bi awayeke gîştî ji bo grubên li derveyê welat zayîne asta ku binya xwendina xwe de kar dikin ji yên li Swêdê zayîn e bilindtir e, dibêje Jonas Karlsson.

Ev jî bi xwe re vê rastiyê piştrast dike ku civak ji heyîn û zanebûnên mezin îstîfade nake.

Lêkolînek li ser asta jiyanê ya biyaniyan cara yekem e li Swêdê te çêkirin. Lêkolîn bala xwe dide ser xwendin û tehsîl, kar, maaş, aborî û olê. Bi derdora 3500 kesên biyanî li malên hevpeyvînên kûr hatine pêkanîn. Rapor dê payîzê temam bibe, lê ji niha ve lêkolîneran hîn encamên xwe aşkera kirine.

Carl le Grand profesorê sosyolojiyê ye û bi tevî pisporê aborîya netewî Mahmood Arai vê lêkolînê rêvebirine. Profesor Carl le Grand dibêje hetanî niha zanebûnên di derbarê kesên li derveyê welat hatine dîtin gelekî ne-zelal bûne.

– Hetanî niha piraniya lêkolînên li ser kesên li derveyê welat zayîne hatine kirin li ser bingehê qeyd û arşîvên fermî yên swêdî çêbûne. Lê di van arşîv û qeydan de gelek kêm agahî li ser jiyana mirovên ku weke koçber hatine Swêdê hene. 

Yanî em bi rêya vê lêkolînê dikarin agahiyên li derbarê tecrûbeyên koçber, zanebûn û tehsîla wan de agahî berhev bikin?

– Belê, ew tecrûbe û zanebûnên ew bi xwe re tînin vî welatî çi ne, ev li Swêdê çawa têne pêşxistin û ev çawa têne bikaranîn yek ji hedefên lêkolîna me ye?

Encamên lêkolîna  Zaningeha Stockholmê gelek zanebûnên di derheqê biyaniyan de jî piştrast dikin. Weke mînak, di warê pirsa mal û xaniyan de: Piraniya kesên li derveyê welat zayîne li xaniyên teng yên kirê de dijîn. Piraniya caran ew bi swêdiyan re qiyas mesrefeke mezin ya kirê didin. Her weha rewşa tendrûstî ya biyaniyan jî gelekî xerab e. Gelek ji wan êşa nerehetî û trawmayên psîkolojîk  dikşînin. Lê piraniyeke mezin ji jiyana li Swêdê razî ne. Ji her deh biyaniyan yek pare dişîne ji xizm, malbat û mirovên xwe yên li welatê jê hatine. Li gorî lêkolînê ev kes salê binavcînî 6000 kron dişînin ji mirovên xwe yên li Afrîka, Asya û Amerîka Latînî re.

*Rapora ku tê amadekirin dê di dawiya vê salê de weke pirtûk were weşandin. Di lêkolînê de 7350 kesên ji aliyê Buroya Navendî ya îstatîstîkan ve bi tesadûfî hatine neqandin bersiva pirsan dane. Bi ya lêkolîneran ji sedî 60ê van kesan beşdar bûne. Hevpeyvînên bi wan re li malê wan hatine kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".