Christer Hedin. Wêne: su.se

Dîndariya muslumanan kêm dibe

Musluman ji dîn dûr dikevin
3:00 min

Di nav çend olên mezin de tenê di nav muslumanên hatine Swêdê de dîndarî kêm dibe. Vê yekê lêkolînek berfereh ya ji Zaningeha Stockholmê nîşan dide. Musluman her çendî zêde li Swêdê dijîn, bawermendî û dîndarîya wan kêmtir dibe. Lê gelek musluman jî piştî demeke dirêj jinûve vedigerin ser ola xwe.

– Em vê tespitê di nav bawermendên olê din de nabînin. Him di nav xirîstiyanan him jî di nav budîstan de ku dido ji wan sisê olên me yên mezin in, dîndarî kêm nabe. Ev  taybetmendiyek tenê li cem musliman e.
Yanî her çiqas zeman derbas dibe dîndarî ji kêmtir dibe, dibêje Jonas Karlsson, lêkolînerê ku li ser asta jîyanê ya biyaniyan raporek amade dike.

Chirister Hedin, doçentê dîroka olan li Zaningeha Stockholmê, encamên vê lokolînê piştrast dike.

– Ji ber ku gelek caran xirîstiyan û musevîyê ku tênê vir ji welatê ku têde wek kêmati dijîn têne. Musluman ji wek piranine. Wexta ku musliman tênê vira, pishtî demekê dikevin wê bawerîyê ku islam yek ji gelek olan e û ji bilî wê jî gelek ol hene, dibêje Christer Hedin.

– Ji ber ku bi taybetî li welatên Rojhilata Navîn danûstandina navbera zayendeyan bi awayekî din e ew jîyana me rihetir dibînin, dibêje Hedin.

Ev encamek balkêş e, ji ber ku li Swêdê hîn pêşhukmî heye ku oldarî herî zêde di nav bawermendên musluman de xurt e. Bi dorê re ev rê li ber pêşhukmiyên din vediki, weke ku musluman jinan diçewisînin.

Lê bi ya Chrîster Hedîn mînakên weke  çewisandina jinan ne helwestek ji olê ye lê belê ji çand û kulturê ye. 

– Eger mirov bi giştî li Rojhilata Navîn binêre ne tenê misilman lê olên din jî li wir bi heman awayî nêzîkê pirsa jinan dibin. Lê wekî mînak li Endonezyayê ku ew jî welatek misilman e rewşa jinê kêm zêde wekî ya Swêdê azad e. dibêje Hedin.

Lê muslumanên ku ji ola xwe dûr ketine seranserê jiyanê ji baweriya xwe dûr namînin. Gelek ji wan dema ferqa navbera kultur û olê dibînin jinûve vedigerin ser baweriya xwe ya berê.

– Piştî 20-30 salan ew kesên li Swêdê dev ji dînê xwe berdabûn careke din li dîn vedigerin. Dema temenê wan ber bi jor ve diçe ew digihin wê qenaetê ku ya girîng ew e mirov insanek baş be.  Ew herwiha êdî digihîje wê bawerîyê ku sedemê nexweşîya li welatê wan belkî ne dîn lê kultur be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".