1 av 2
Urban Ahlin - Partîya Sosyaldemokrat
2 av 2
Hans Lindé - Partîya Çep
MUXALEFETA SWÊDÊ

Divê şîrketên swêdî nebin haceta zordestîyan

Destûbiratîya TeliaSonera û Turkcell de
7:30 min

Nihênîguhdarîkirina telefonan li Tirkiyê bi rêya şîrketa Swêdî TeliaSonera rê li ber reaksîyonên tund vedike. Cîgirê serokê komîsyona karê derve yê parlamentoya Swêdê Urban Ahlinê sosyaldemokrat dibêje Berpirsîyarîya hikûmeta Swêdê ye ku şîrketên swêdî li welatên din nebin haceta zordestîyan. Wezîrê bazara aborîye Peter Norman radigihîne ku ew bêdeng nemane û tedbîran digrin.

Şîrketa xetên telefonan ya Swêdî TeliaSonera yek ji xwedîyên herî mezin ya Turkcelê ye. Li gor meqamên resmî yên Tirkî di nav sala derbasbûyî de bi hezaran aboneyê vê şîrketê bi dizî li wan hatîye guhdarîkirin û ceza xwarine.

Rojnamevan Esref Okumuş dawîya hefteya derbasbûyî di rojnama Arbetet de lêkolîna xwe ya li ser bidizîguhdarîkirina telefonan li Tirkî weşandibû. Ji nav bi sedan dozên ku wî li wan nerî ye ew behsa mînakekê dike.

Ev gotinên rojnamevan Eşref Okumuş un. Okumuş dîyar dike ku wî li gelek dozan nerî ye û mînakên wiha di nav wan de pir in.

Li gor lêkolîna ku rojnamevan Eşref Okumuş kiriye meqamên fermî yên Tirkî di nav sala derbasbûyî de bi dizî guhdarîya 75 hezar kes kirine. Di nav van de piranî kurd zêdeyî heşt hezaran sîyasetvan jî hebûne.

Sosyaldemokrat rexnegir in

Zêdetir ji nîvê van guhdarkirinên telefonan bi şîrketa Tirkî Turkcell hatine kirin ku TeliaSonera xwedîyê wê yê herî mezin e. Xwedîyê TeliaSonera jî yê herî mezin dewleta Swêd e û lewra berpirsîyartîyeke mezin dikeve stuyê hikûmetê ku şîrketên dewletê kontrol bike da ku ew di çarcehva demokrasî û mafê mirovan de tevbigerin, dibêje kevnewezîrê derve Urban Ahlin ji partîya Sosyaldemokrat ku vêga jî yek ji endamên komîsyona parlamento yê karê derve ye.

Urban Ahlinê Sosyaldemokrat bi berdewamî dibêje hikûmet ji alîyekî ve konferasên navnetewî li ser girîngiya înternet û xweîfadekirina azad, destekdana çalakvanên mafê mirovan li seranserê cîhanê li dar dixe, ji alîyê din şirketên Swêdê bi vî awayî kar bê kirin bê ku hikûmet tu tedbîran bigre û ev tiştekî ecêb e.

Peter Norman: “Em nebêdeng in“
Wezîrê bazara darayî Peter Norman ku bersiva pirsên me bi nivîskî daye dibêje ew ne bêdeng in. Di nameya ku Norman şandîye de wiha hatîye nivîsandin.

-         Çaxê me ev agahîyên derbarê TeliaSonera de bihîstin me reaksîyoneke tund nîşan da. Min bangî rêvebirîya şîrketê kir û pirsî bê ew çawa tevdigerin. Me herwiha xwedîhiseyên din yên mezin jî li hev civandin û behs kir bê şertên me yên destekdana şirketan çi ne, dibêje wezîrê bazara darayî Peter Norman di bersiveke nivîskî de.

Di bersiva xwe ya nivîskî de Peter Norman herwiha dibêje hemû şîrketên ku dewlet di wan de şirîke, li kûdera dinyayê dibin bila bibin divê di nirxên bingehîn yê mafê mirovan de mînak bin. Li gor Norman rêvebirîya TeliaSonera piştî civînê bernameyeke kirinan pêk anîye ji bo ku li welatên nedemokratîk pirsên xweîfadekirina azad berbiçav bêne girtin. Û derbarê van pirsan ew bi şîrketê re bênavber di nav danûstandinan de ne, dibêje Peter Norman.

Partîya Çep: Bê binpêkirinan kar li Tirkî mimkun e?

Lê Hans Lindé ji Partîya Çep – Vänsterpartiet kirinên hikûmetê têr nabîne û dibêje hikûmet divê ji bo ku mafê mirovan neyê binpêkirin berpirsîyartîyeke meztir bigire ser xwe û helwesta xwe zelaltir bike.

-         Daxwaza min ew e ku hikûmet para dewletê  ya di TeliaSonera de baştir bikarbîne da bê garantîkirin ku kar li gor xeta Swêd ya sîyaseta derve û rêzgirtina li demokrasî û mafê mirovan tê kirin.

Û Lindé dixwaze ku TeliaSonera karê xwe yê li Tirkî gisht berchav re derbas bike:

-         Girîng e TeliaSonera li ser karê xwe yê Tirkî lêkolînek birêkûpêk bike û meyzêne gelo mecal heye bê ku ew mafên mirovan binpê bikin dikarin li Tirkî kar bikin yan na.

Şêfê komunîkasyona derve yê TeliaSonera Thomas Jönsson jî radigihîne ku piştî belavbûna nûçeya Belarûs ya berya niha ew bi rayedarên hikûmetê re rûniştine û ketine nav hewldanan. Wan hingî yekser ji rêvebirîya Turkcell re nivîsandine û xwestine ku ew rast tevbigerin. Di nêzîk de di civîna birêvebirîya Turkcell re jî hevdîtinên wan hene û di wira de jî ev daxwaz wê bê rojevê, dibêje şefê komunîkasyona derve yê TeliaSonera Thomas Jönsson.

Swedbankê hîseyên xwe firotin lê Altec dimîne
Ji bilî dewleta Swêd û Fînlenda ku xwedanê herî mezin yê TeliaSonera ne hîseyên gelek şirketan jî tê de hene.

Di miha nîsanê de Televîzyona Swêdî Uppdrag Granskning bernameyek bi heman awayî wesahndibû. Di bernamê de dihate nîşandan ku şîrketa xetê telefonan Telia Sonera destûr daye îstixbarata Belarûs û Azerbeycan da bidizîguhdarîkirina  rikberan de xeta wan bikarbîne û muxalifan bişopîne.

Piştî vê eşkerebûna karê TeliaSonera li Belarûz û Azerbyecan berya mihekê Swêdbankê hîseyên xwe yên di TeliaSonera de ku nirxê wan 500 milyon kron bû firotibû. Rêvebirîya Swêdbankê ragihandibû ku ji ber ku TeliaSonera nikarîye li gorî dilê wan ronî bike bê ew li welatên cuda çawa kar dikin wan firotine.

Şîrketeke din ku gelek hîseyên wan di TeliaSonera de hene şîrketa teqawîdîya xizmetê Alecta ye.Vêce gelo ji bo ku kesên li welatên din nebin qurbanîyên teknîka swêdî Alecta wê ti tedbîran bigre? Şêfê Çapemenîyê yê Alectaa Johan Andersson dibêje hin qaîdeyên wan yên exlaqî hene ku divê şîrket li gor wan bimeşin:

-         Danûstandinek bi TeliaSonera re heye û wekî ku wan ji we re jî ragihandine ew bi Turkcell re di têkilîyê de ne û bi min ev baş e.

Li ser pirsa bê wekî Swedbankê ti fikrê wan yê firotina hîseyan di rojevê de heye yan na Johan Andersson dibêje bersiva wî dikare bandorê li borsayê bike û loma ew pirsê bêbersiv dihêle.


Destbiratîya TeliaSonera û Turkcell

Bi sedan sîyasetvan, çalakvanên mafê mirovan û endamên sendîkeyan li Tirkîyê ji ber ku bi dizî guhdarîya telefonên wan hatîye kirin ketine zindanê. Ekserîyeta kesên zindankirî xeta Turkcell ku şirîkê şîrketa Swêdê Telia Sonera ye bikaranîne.#link=317998#

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".