Wêne: Erik Mårtensson/Scanpix.

Penaberên nazivirin rûniştin werdigirin

Ji neçariyê rûniştin didin kubayîyan
4:55 min

Kuba ya ku vegera hemwelatiyên xwe yên penaxwaz qebûl nake, qanûnên navnetewî binpê dike. Ji ber vê yekê piraniya wan kubayîyên li Swêdê serî li mafê penaxwaziyê didin demeke dirêj bi qederek ne xuya dijîn. Swêd nikare wan bizivirîne Kubayê ji ber ku ew vegera hemwelatiyên zêdeyî 11 meh li derveyê welat mane qebûl nake.

Di encamê de Daîreya Koç neçar dibe ku mafê rûniştina daîmî bide hîn van penaxwazan tevî ku serîlêdana wan li cem hemû mercan hatiye redkirin. Maria Westman-Clement li wezareta edaletê berpirsa pirsên koçberî û siyaseta penaberiyê ye.

– Li gorî pratîka hiqûqî û qanûnên navnetewî hemû dewlet mukellefin ku vegera hemwelatiyên xwe yên ji welat çûne qebûl bikin. Her weha di beyannama gerdûnî ya mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî de jî biryarnameyek heye ku dibêje her mirovek xwedî wî mafî ye ku ji welatê xwe biçe û her weha karibe jinûve vegere welatê xwe, dibêje Maria Westman-Clement.

Wezareta edaletê û balyozxana kubayî demek berê di civînek de hatin ba hev û aliyê swêdî van prensîbên qanûnên navnetewî dan pêş. Lê bi ya Maria Westman-Clement hetanî niha Kubayê tu îşaretek nedaye ku ew amade ne siyaseta xwe biguherînin.

Liciano û Carmela hemwelatiyên kubayî ne ku li benda wergirtina mafê rûniştina daîmî ne. Lê herdûyan jî di hemû mercan de ji bo serîlêdana xwe biryara red wergirtine, herî dawî dadgeha bilind ya koçê jî serîlêdana wan a penaxwaziyê red kir.

Luciano dibêje ew çar sal in li bendê ye. Êdî sebra wî nema ye û ew nizane ka dê encama jib o wî çi bibe. 

Min jî heman bersivê ji Daîreya koç wergirt. ”Divê tu vegerî”. Û careke din û careke din heman bersiv. Lê kesek ku ez vegerimê li Kubayê nîn e. Tu kesek, dibêje Carmela.

Daîreya koç (Migrationsverket) di nav dido salên dawî de rûniştina daîmî daye 14 hemwelatiyên Kubyî piştî ku wan ji bo astengiya vegerî serîlêdana xwe dane hundir. Yanî, ji ber ku ew nikarîbûne werin sînorderkirin. Yanzdeh ji wan jî ji ber ku Kuba vegera wan qebûl nake mafê rûniştinê wergirtine.

Û di nav vê meha gulana 2012’an de jî Daîreya koç dosyayên 30 penaxwazên kubayî ji wezareta karê derve ya Swêdê re şand ji ber ku meqaman serîlêdana wan red kiriye. Wezaretê jê vana şandiye ji balyozxana kubayî re. Di halî hazir de Daîreya Koç li benda bersiva balyozxana kubayî ye. Fredrik Beijer cîgirê şefê hiqûqî yê Daîreya koç e û ew jî teyîd dike ku li Kubayî hîn qanûn û qaîde hene ku vegera hemwelatiyan zehmet dike.

– Di qanûnên Kubayê de hatiye nivîsandin ku heger mirov bi destûreke derketina derveyê welat ya qanûnî re zêdeyî 11 mehan li derveyê welat bimîne wê demê mirov weke ”koçkirî” tê hesibandin û di halê normal de nikare vegere welêt, dibêje Fredrik Beijer.

Teşkîlata polêsê sînor yê Swêdê ku berpirsê vegerandina kesên biryara sînorderkirinê wergirtine ye dibêje heger ku hemwelatiyê kubayî û meqamên li Kubayê li hev nekin ew nikarin tu tiştek bikin. Ne hewceye mirov ceribandinek jî bike, dibêje Per Löwenberg ku li beşa sînor ya navendî ya polê de berpirs e.

– Kuba gelekî cihê ye û di xebata polês de îstîsnayekê ye. Heger em nikaribin wezîfe pêk bînin em vê ji Daîreya koç re radighînin yan jî ceribandinên nû dikin hetanî demmirîkirinek pêk were, dibêje Per Löwenberg.

Polês piştî çar sala demmirî dike. Û heger ku Daîreya koç mafê rûniştinê ne de wê demê pêvajoya penaxwaziyê jinûve destpê dike.

Lê gelo ev tesîrek çawa li ser jiyana wan kubayîyan dike ku bi salan li Swêdê li benda bersivek erênî dimînin.  Parêzer Eva Eriksson gelek salan penaxwazên kubayî temsîl kirine. Penaxwazên kubayî di leyîstikeke navbera Swêd û Kubayê de weke pîyonan tên bikar anîn, dibêje Eva Ericson.

– Belê, mirov dikare wisa bibêje. Ev wisa ye. Ji ber ku meqamên swêdî naxwazin meqamên kubayî li ser siyaset koçberiyê ya Swêdê xwedî gotin bin. Gava mirov vegera hemwelatiyên xwe red dike, ev encam derdikeve holê, dibêje Eva Ericson.

Li hêla din penaxwazên kubayî ji Daîrya Koç, rûtîn û pêvajoyên wê gelekî nerazî ne û dibêje sekana demdirêj û agahiyên ne zelal wan bêzar dike. Em guhdariya Luciano dikin.

– Ez nizanim ka dê çi bê serê min. Gelo ezê bi berdewamî di rewşeke ne zelal de bijîm? Ez nikarim biçim dibistanê, ez tenê dem wenda dikim. Ez hîn caran xwe bêzar hîs dikim, ji ber ku ji destê min tu tiştek nayê. Heman weke ku li Kubayê bim, nikarim tu tiştek bikim, dibêje Luciano.

Carmela jî dibêje ev demeke gelek dirêj e ew li derveyê Kubayê ye. Ew 65 salî ye û dixwaze li cem kurê xwe bimîne û ew jî dixwaze dayîka wî li Swêdê li cem wî bimîne.

– Tu kesek min li Kubayê tune ye, dibêje Carmela.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".