Wêne: Hasse Holmberg/Scanpix.

Yên dewlemend bêhtir jêbirîna rut bikar tînin

Bêhtir kes jêbirîna bacê ya bi navê, rut bikar tînin, ango jêbirîna bo xizmetên nav malê de. Li gor daîreya bacê ya giștî, Skatteverket, ji serê salê ve hejmara kirîyaran bi % 20 zêdetir bûye danberhev bi heman demê re sala par.

Daîreya bacê ya giștî dora 1,8 milyar kron da bo xizmetên jêbirîna-rut sala par, wê demê hejmara kirîyaran bi %27 zêdetir bûbûn danberhev bi 2010 re.

Ta nuha, di hundirê vê salê de bi %20 ên din jî zêdetir bûye. Li gor statîstîka bikaranîna vê jêbirînê ji bîroya statîstîkê ya navendî, SCB, ya radyoya Swêdê lênerîye, dîyar e ku hîna jî dewlemendanin yên bêhtir jêbirîna rut bikar tînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".