Șagird tevlî statistîkên bêkarîyê dibin

Gelek ji wan yên di grûpên ciwanên bêkar de tên jimartin, diҁin dibistana bingehîn yan jî lîseyê, li gor rojnameya Dagens Nyheter. Mijara bêkarîya bilind ya ciwanan di șîroveya siyasî de gelekê caran tê șîrove kirin û wê demê dibêjin ku navbera % 22 û 25 e di grupa temenê 15-24 salîyê de.

Lê nuha lêkolîna rojnameya DN eșkere dike ku bi texmîn ji ҁar beșan yek ji wan bêkaran, șagirdên dibistanan ne û yên wekî nimûne serî li karên havînî didin. Li gor Anders Forslund, profesor li enstîtuya bo bazara karî û nirxandina  siyaseta perwerdeyê, divê ev grûp tevlî bin:

-Forslund dibêje ku statistîka bêkarîyê divê li kasên li kar digerin û kar bi dest wan nakeve binere. Yên diҁin dibistanê û daxwaza karekî dikin, her mîna bêkar tên jimartin û li karekî digerin.

Lê li hêla din giring e yek hizra wê bike ku bêkarî bo șagirdekî dibistanê ne heman tișt e wekî bo bêkarekî temen bilind yê karê xwe li herêmeke endustrî ji dest wenda kirîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".