Forskaren Erika Sigvarsdotter från Uppsalas Universitet
Li gor Erika Sigvarsdotter di asta netewî de rewşa bêkaxezan baştir nebûye. Foto: Besir Kavak, SR International
ARŞÎV

Jiyana qaçax li Swêdê mirovan diguvêşe

Jîyana qacax li Swêd
7:17 min

Kesekî li Swêdê qaçax be, ew bê hejmara kesîn ango personnummer e. Û eger li vî welatî personnumerên kesekî nebin li cem meqamên resmî mirov nivîskî qet nîne û tu mafên mirov nînin. Vêce kesekî ku li Swêdê ”nebe” çawa dijî?

Mezlûmê niha 27 salî ev deh salê wî ne li Swêdê ye. Zêdeyî neh salan ew bi qaçaxî, bênasname, bêpaseport, bêhejmara kesîn ango personnummer li Swêdê jîyaye û radigihîne ku piranîya vê demê wî nav û nasnameya kesên din bikaranîye.

Tê texmînkirin ku di rewşa Mezlûm ya qaçax de îro li Swêdê navbera nêzîkê 20-30 hezar kesî dijîn. Di çapemenîyê de bi Swêdî ji wan re dibêjin papperslös, ango bêkaxez.

Erika Sigvarsdotter li Zanîngeha Uppsala teza xwe ya doktorayê li ser rewşa kesên bêkaxez nivîsandîye û ew behsa dijwarîyên di jîyana wan de dike.

-         Eger belayek bi serê mirov were, mirov nikare here polîs. Mirov nikare ti hazirîyên ji bo paşerojê bike ji bo ku mirov nizane serê mirov ser çi balifî ye. Mirov neçare ku herdemê beşekî girîng ji kesayeta xwe veşêr e. Mirov herdemê mecbûre derewan bike da ku nasnameya mirov ya rastîn eşkere nebe. Mîna ku mirov bikeve çerxek xerab de, lê koval ne berbijêr, na ew ber bi hundir ve kûr kûr bê badan û mirov xwe dike girêk. Rewşeke wilo ye ku mirov naxwaze bê serê kesekî.

Halê kesên bêkaxez Erika Sigvarsdotter bi van gotinan rave dike. Li gor lêkolîna ku wê kirî gelek ji van kesên bêkaxez yên ku di resmîyetê de neqeydkirîne ji welatên ku berê di nav şer de bûne hatine, wekî welatên Balkan. Hin beşên din wekî karker hatine û hinek jî bi mêvandarî hatine Swêdê û paşê biryara mana li vira dane.

Bêkaxezîya li Swêdê taybet e
Sigvarsdotter ku teza xwe ya masterê jî li ser qaçaxên li Balkanan nivîsandîyê dibêje di navbera bêkaxezên welatên din û Swêdê de ferqeke taybet heye. Swêd li gor gelek welatan bêhtir girêdayî teknîka kompûterê ye, her tişt komputerîze bûye. Hejmara kesîn, ango personummer di her tiştî de roleke sereke dilîze û bêyî wê dijwarîyen taybet derdikevin holê.

Cudahîyek din ya Swêd ji welatên din ew e ku li gelek welatan li hemberî bêkaxezan sîyaseteke êrîşkar heye. Yek ji karên polîs li wan welatan û nexasim polîsê tixûban ew e ku mirovên qaçax bigrin. Li Swêdê sîyaseteke wiha nîne, lê li Swêdê kesên bêkaxez ji binî ji civakê qut in û ev bêhtir xusûsîyeteke vira ye.

Karbidest neheqîyê li kesên qaçax dikin
Gelo ev kes li Swêdê bi salan çawa debora xwe dikin? Sigvarsdotter dibêje gelek ji van kesên ku bi salan li vira dimînin karên reş dikin û bi wî awayî roj bi roj diqedînin. Lê gelek caran ji alîyê karbidestan ve bedkarî li wan tê kirin. Karbidest pir bi wan dişuxilin û heqê wan yan qet nadin, yan jî pir hindik didin.

Bi rapora hikûmetê re çareserî nehat
Lê ji bo bêkaxezan ya herî zehmet nexweşî ye, dibêje Sigvarsdotter. Kêm nexweşxane li kesên bêkaxez dinerin, jinên ducanî ku qolinc hatine wan ji nexweşxaneyan hatine vegerandin.

Loma par hin rexne li hikûmetê hatibûn kirin û ji bo mafê lênerîna doktor li Swêdê Wezareta Karûbarê Civakî lêkolînek dabû amadekirin. Tê de dihate xwestin ku bêkaxez jî li Swêdê bikaribin herin doktor.

Erika Sigvarsdotter radigihîne ku bi vê lêkolîna par ku ji alîyê hikûmetê ve hatibû kirin re tu çareserîyên berbiçav nehatin. Lê ew dibêje berya çend salan gotina papperslös, ango bêkaxez li Swêdê kesî nizanîbû çî ye. Di van salên dawî de çapemenî êdî behsa wan dike û wekî mînak nexweşxane rastî van kesan tên. Lewra di asta wîlayetan de bêkaxez êdî têne naskirin û hin gavên ber bi başîyê hatine avêtin, lê di asta netewî de tiştek nehatîye kirin.

Li gor Erika Sigvarsdotter divê Swêd weke gava yekê hebûna van kesan bipejirîne, da ku çareserîyek bê peydakirin.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".