Hukûmet careke din li belgeya vab dinere

Hukûmet amade ye careke din li belgeya rexnegirtî ya bo lênerîna zarokan, binere. Îro wezîrê karûbarên civakî Göran Hägglund ev yeka ragihand. Sîstema vê belgeyê bo ku mirov karibe li mal be bo lênerîna zarokek nexweș, ya bi swêdî ji wê re dibêjin vab-intyg, bi nerîna gelekan sîstemeke tevlîhev û nezelal e.

Bo karmendên dibistan û pêșdibistanê ev kara tê bi wateya dagirtina xazên zêde. Ev belgeya ji bo dêûbavên li malê ne bo lênerîna zarokek nexweș bûye sedama derengxistina wergirtina pereyan.

Gelek ji bîr dikin ku divê pêșdibistan yan dibistan ser vê belgeyê imze bikin û bavêjin posteyê, berîya ku karibin pereyan werbirgirin. Nuha ev pêșnîyaz ji bo pirsîna dîtinan hewale bûye û tu demeke biryardayî nehatîye danîn bo destpêkirina wê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".