Vaksîna HPV. Wêne: Scanpix

Gelek keҁ vaksîna HPV werdigirin

Xuyanîye ku vaksîna dij vîrusa dibe sedama kansera malzarokê biserketî dibe. Li gor lêhûrnerîneke pêșîn, ji deh keҁan heșt yên ev vaksîn ya bi navê HPV pêșkêșî wan bûye, wergirtine. Johan Carlsson, birêvebirê giștî yê enstîtûya parastina vegirtinê bi kêfxweșî li van hejmaran dinere.

-Belê, hejmarên bilindin û dilxweșkarin û berevajîya wan texmînên digotin  ev girêdaneke dirêje.

Vaksîna HPV bi xwe kurtasîya ”humant papillomvirus” e, vîrusek kare bibe sedema vî awayê kanser e, ango șêrpence ye. Ev vaksîn parastinê hember piranîya kokên vîrusa kare bibe sedama nexweșîyê ava dike.

Di vê buhdarê de ev vaksîn bo keҁên di sala1999 û derengtir ji dayik bûne pêșkêș dibe, ya bi xwe beșeke ji bernameya vaksînê ya giștî bo zarokên dibistanan li Swêdê.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista