Leșkerên kardar dest ji kar berdidin

Leșkerên kardar dest ji kar li hêza bergirîyê, Försvarsmakten ber didin. Eger terkkirin bi vî awayî berdewam bike, wê demê dê 600 leșker di șûna 400 ên texmîn kirî de vê salê, dest ji kar li hêza bergirîyê berdin.  Îro wan nêzîka 4000 leșkerên kardar hene, yên mehan e miașekî bi 16 150 kronî werdigrin.

Ji bilî miașê kêm ku kare yek ji sedemên terkkirina karî be, xwarineke nebaș û awayê karê hêza bergirîyê jî karin sedemên di bin. Lê Peter Öberg, serokê serkantîyê li serkantîya karmendan ya navenda sereke, bawer dike ev pêșkêtin dê bên guherîn, û li gor wî sedema terkkirina van leșkera peymanên karî yên demkurtin.

Nuha peymanên wan ser salekê ne, lê ji yekê meha heftan de dê bibin ser șeș ta heșt salan û ji ber wê jî Öberg bawer dike ku bêhtir leșker dê ser kar bimînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".