Wêne: Adam Ihse/Exponera

Nûnerê mafê zarokan gilî li polîsê Skåne dike

Nûnerê mafê zarokan, Barnombudsmannen, ketîye nakokîyê bi polîsê herêma Skåne re. Nakokîya wan derbarê wergirtina agahdarîya derbarê bê ҁend ciwanên bin 18 salîyê de ketine nezareta polîs de sala par.

Li gor Fredrik Malmberg, nûnerê mafê zarokan, ev agahdarî ji wan re giringin bo lênerîna rewșa zarokên gumanjêkirî bi tawankarîyê û awayê muamele kirina wan li Swêdê.

- Giring e em bizanin bê ҁend asayîye ku zarok di nezareta polis de rûdinên ji ber ku di peymana mafê zarokan de, ev dive ҁareya herî dawî be di destê polis de. Malmberg dibêje, em dixwazin zanibin li Swêdê bi ҁi awayî ye û bê cudabûn bi ҁi rengîye di beșên cuda yên Swêdê de.

Lê di hale hazir de, ez wekî nûnerê mafê zarokan karim bêjim em bi carekê re nizanin hejmara van zarokan ҁend e.

Nuha nûnerê mafê zarokan, taybetî li ser rewșa zarokên gumanjêkirî kar dikin û zanîna hejmara van zarokan bingehê karê wan e. Wan ji hemû dezgehên polîsan ev agahdarî xwestine, lê li Skåne qebûl nekirine van agahdarîya teslîmî nûnerê mafê zarokan bikin. Sedem li gor polîsê Skåne, ku ji wan re dibe karekî zêde.

Û nuha nûnerê mafê zarokan biryara polîsê Skåne ba hukûmetê gilî dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".