Wêne: Joerg Sarbach/Scanpix.

Narkolepsî ji heman dewreyan saz bûye

Heman dewreyên vaksîna Pandemrix karin sedema rewșên nexweșîya narkolepsîyê jî bin, hejmarên nû ji rêxistina Narkolepsi vê yekê diyar dikin. Li gor ragihandinên rojnameya Göteborgs-Posten îro, dê daîreya fermî ya dermanan, Läkemedelsverket, lêkolîneke nû li dar bixe. Tomas Salmonson, berpirsyarê lêkolînê ye.

-Salmonson dibêje, dê baș be eger em karibin texmîna ku șașî di ҁend hejmarên batchê de hene bi peyitînin, wê demê em dê karibin vê șașîyê isole bikin.

Nexweșîya narkolepsi nexweșiyeke reh ango eseb e, bi hêrîșên xewê ser mêjî. Ta nuha 220 rewșên narkolepsîyê yên naskirî hene, piranîya wan zarok û ciwanin.

Rêxistina Narkolepsi li nîvê hejmara doseyên nexweșan nerîye û hewil daye bibîne bê kîjan dewreyên vaksîna Pandemrixê ne yên yê nexweșketî wergirtine. Bi rêya hejmara bi navê ”batch” ya ser sûșeyên dermanan heye û her weha di doseya yê nexweș de jî, ew karin bibînin bê kê ev vaksîn li xwe xistîye.

Ji wan 35 dewreyên vaksîna Pandemrixê ya li Swêdê hatîye bikar anîn, ew yên bi narkolepsîyê ketine ji heman 12 dewreyan vaksîn bûn. Ev encam tê bi wateya ji sê beșan yek û ji herdu beșên mayî kesek nexweș neketîye, li gor lêkolîna rêxistina Narkolepsi.

Berîya nuha girêdanên navbera narkolepsîyê û dewreyên vaksîna Pandemrixê ji alîyê daîreya fermî ya dermanan de nedihat qebûl kirin. Lê nuha û ji ber van hejmarên nû dê daîreya fermî ya dermanan lêkolînekê bi xwe derbarê vê yekê li dar bixe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".