Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Mercên nû bo endamên desteya dadgehê

Hat weşandin fredag 1 juni 2012 kl 11.10
Wêne: Henrik Montgomery/Scanpix.

Hukûmet dê lêkolîneke nû deyine bo ku li sîstema endamê desteya dadgehê binere. Xalek ew e ku yê lêkolîner dê pêșnîyaz bike bê ҁawa endamên desteya dadgehê dê bên peyda kirin bo ku ta karibin, temamê milet nûerî bikin. Îro ji temamê hejmara wan % 40 yan 65 salî ne yan jî pîrtir.

Îro partîyên siyasî endamên desteya dadgehê hildibijêrin. Lê kêm kes zanin ku ne mecbûrîye mirov endamê partîyekê be bo vî karî.

Wezîra dadê Beatrice Ask, daxwaza zelalkirina vê pirsê dike, ew dixwaze jî ku endamên desteya dadgehê xwedan perwerdeyêke bêhtir bin û ronîkirî be ku nabe yên endam siyasetên partîyên xwe di dadgehê de bi rê ve bibin.

-Ask dibêje, giring e ku endamên desteya dadgehê hem perwerde û hem jî agahdarîyên ji wan re pêwîst werbirgin bo karibin li gor yasayên hene karê xwe bikin, lê giring e jî ku milet têbigirhêje ku ew ji aliyê milet ve hatine hilbijartin û ne nûnerên tu partîya ne.

Lêkolînerê ku di hunidrê salekê de dê li sîstemê binere dê hem jî binirxîne bê ev endam dê tevlî kêmtir awayên dozên dadgehî bibin yan na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".