Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Desteka herî mezin ya Sosyaldemokratan

Hat weşandin måndag 4 juni 2012 kl 12.30
Stefan Löfvén sedema xurtbûna desteka Sosyaldemokratan tê destnîşankirin.Wêne: Bertil Ericson/Scanpix.

Sosyaldemokrat di pîvandina raya gîştî ya herî mezin de bi ferqeke mezin bi pêş dikeve. Piştgiriya ji bo sosyaldemokratan giha sedî 37.3’yî, li gorî pîvandina dawî ya Buroya îstatîstîkan ya navendî, SCB. Heger îro hilbijartin bihata çêkirin dê bereyeke sorekesk karîbûna were ser hikûm.

Sosyaldemokrat, çep û kesk bi hev re xwedî piştgiriyek zêdeyî sedî 51î ne, nêzî sedî 8 li pêş bereya burjuwa ya li ser hukum e.

Sedemê vê pêşkeftinê bandora Stefan Löfvén, serokê nû yê Sosyaldemokratan, tê nîşandan. Di bin serokatiya wî de partîyê ji meha mijdara sala çûyî ve bi nêzî sedî 10 desteka xwe zêde kiriye.

Partiyên ku herî zêde deng wenda kirin e; moderat ên muhafezekar bi nêzî sedî pênc û partiya kesk bi kêmbûneke nêzî sedî 4.  Partiya çep hinek pêş ketiye û Demokratên Swêdî hinek bi paş ketine. Xiristiyanên demokrat ev sisê pîvandin in li ser hev di binê sînorê ketina parlamentoyê ya ji sedî çar de ye. Piştgiriya ji bo Partiya Navendê bi sedî yek kêm bûye û ya ji bo Partiya Gel a Liberal kêm zêde wekî berê ye.

Pîvandina Buroya îstatîstîkan ya navendî (SCB) salê dido caran tê çêkirin; di mehên mijdar û gulanê de. Di lêkolînê de 9000 kes beşdar dibin. Jimarên dawî yën meha gulanê bi yên ji meha mijdarê re hatine qiyaskirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".