"Asta bilindkirî" ji bo talûka terorê. Wêne: Lasse Hejdenberg/Scanpix

Swêdê asta talûka terorê berz kir

Ordiya Swêdê asta talûka terorê ji nizim hilda ”asta bilindkirî”. Bi vî re parastina leşkerî ya Swêdê giha heman asta ku îstixbarata swêdî (SÄPO) di sala 2010’an danî bû. Asta bilindkirî li ser tewsiya Navenda netewî ya nirxandina terorê (NCT) pêk hat.

Saziya ku lêkolîn û analîzên tehdîtên li dijî ordiya swêdî dike îstixbarata leşkerî MUST e. Berya havîna 2012 nirxandineke nû ya talûka terorîzmê hat kirin. Yek ji talûkeyan aktîvîteyê nava hîn komên tundetûj in, ku xebata wan weke li dijî berjewendiyên Swêdê tê nirxandin. Faktorek din jî amadekariyên sûîqestê yên li dijî hedefên leşkerî li Ewrûpayê ye, weke mînak êrîşa li hemberî personelê leşkerî li bajarê Toulouse li Fransayê ya çend meh berê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista