Zlatan Ibrahimovic. Wêne: Christine Olsson/Scanpix.

Zlatan ji tîpa netewî razî ye

”Heger ku mirov li ser navê welatê xwe xelatekî wergire, bê guman ev ji hemû xelatên min yên hetanî niha bi qîmettir e. Û pişt re vegera welat û pêşwazîkirina terafdaran jî ji her tiştî xweştir e.” Ev, gotinên Zlatan Ibrahimoviç in, kaptanê tîpa futbolê yê Swêdê di şampiyoniya Ewrûpayê ya Futbolê de. Swêd maça xwe ya yekemîn li hemberî Ukraynayê dilîze. Li Ukraynayê!

Lê ewil dê Swêd sibê êvarê li arenaya Rosunda ya Stockholmê, li hemberî Sirbîstanê maçeke antramanê bilîze.

Zlatan, gelekî pesnê antrenorê tîpa swêdî, Erik Hamrén, dide û dibêje danûstendinên wî yên bi leyîstikvanan re gelekî baş e. Hucûmkarê tîpa Milanê, Zlatan, îsal li Îtalyayê bû leyistikvanê ku herî zêde gol avêtiye.

Lê, Zlatanê 30 salî nafikire ku ev şampiyonayîya wî ya dawî ya ji bo Swêdê ye.

”Ez nafikirim piştî şampiyoniya Ewrûpayê dev ji tîpa netewî berdim. Her çendî em ne tîpa favorî ne jî, em li wir in! Ev hîseke gelek xweş e”, dibêje Zlatan Ibrahimoviç di hevpeyvînek de ji ajansa nûçeyan TT re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".