Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
SIPRI

Dema serîhildanên bê serok

Hat weşandin måndag 4 juni 2012 kl 15.11

Pevçûnên çekdarî yên li cîhanê şikil diguherîne û bêtir tevlîhev û aloz dibe. Ji ber vê yekê mudaxeleyên ji qada navnetewî ve jî zehmettir dibe. Vê yekê enstîtuya lêkolînî ya aşîtiyê ya swêdî, SIPRI, di rapora xwe ya salane de dinivîsîne. Serîhildanên buhara ereb mînakek baş ya vê rastiyê ye, dibêje Daniel Nord, cîgirê midûrê SIPRIyê.

– Buhara ereb wêneyeke tevlîhev û aloz dide. Ji ber ku metodên têkoşînê yên cûda bi hev re tên bikaranîn, wekî çalakiyên aşîtiyane, xwepêşandan û dagerkirina cihên fermî. Balkêşiyeke din jî ew e ku li çend ji van welatan têkoşîn bê serok tên meşandin, dibêje Daniel Nord.

Meyileke nû ku SIPRI derdixe pêş ew e ku krîza deynan û ya aborî kiriye ku welatên rojavayî mesrefa xwe ya leşkerî kêm kirine. Cara yekem ji sala 1998’an ve mesrefa leşkerî ya tevahiya cîhanê ya gîştî zêde nebû. Lê di heman demê de din av sala 2011’an de bazirganiya çekan zêde bû..

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".