Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Tehdîtên dijî dadgehan zêde dibin

Karmendên li dadgehan bêtir caran dibin hedefa taada û lêdanê. Wêne: Jessica Gow/Scanpix

Sala çûyî giliyên tehdît, şîddet û bûyerên din yên li dijî karmendên dadgehan bi sala çûyî re qiyas bi sedî 30 zêde bû. Sala 2008 jimara giliyan 188 bû lê par ev jimar giha 301î. Carina Brzezinska li Daîreya navendî ya Dadgehan pispora ewlekariyê ye û dibêje bûyerên qewimîne tehdît, zerardana mulkê dadgehê û dizî ne.

– Rewşa civakî gelekî tund bûye. Weke berê nîn e, gelek mirov îro hene ku rêz li beramberî meqamên dewletî nagirin. Dadgeh ji vê rastiyê hayedar in, ew jî dibînin ku problem her zêde dibin,dibêje Carina Brzezinska.

Sedemê zêdebûna bûyeran ew e ku dadgeh êdî bêtir caran giliyê dikin. Lê her weha sedemeke din jî ew e ku tehdît, taada û zerardan zêdebûne, bi ya Brzezinska.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".