Margot Wallström.

Wallström dixwaze vegere

Margot Wallström, ku yek ji siyasetvanên pêş ya sosyaldemokratan e, di daxuyaneke nû de dibêje ew amadeye ku wezîfeyên nû di nav partiya xwe de bigire. Ew dibêje heger ku îhtiyaca partîyê bi alikarîyê wê hebe, ewê bi kêfxweşî vî tiştî bike. Wallström berê komîsera Ewrûpayê bû û ji sala 2010’an û vir ve di nava Neteweyên Yekgirtî de berpirsa kêşeya şiddeta cinsî ya di dema şer û pevçûnên navxweyî de bû.  Ev gelek sal in, Wallström weke namzeta serokatiya partiya Sosyaldemokrat hatiye nasîn.

Margot Wallström ji bernama Agenda ya Televîzyona Swêdê re dibêje krîza di nava partiya sosyaldemokratan de meselekî pir xemgînî bû.

Wallström her weha şîretan jî li serokê nû Stefan Löfvén dike, ku zêde girîngiyê nede lêkolînên raya giştî yên ji di warê piştgiriya ji bo partiyan de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".