Martin Schibbye û Johan Person diçin dadgehê.

Efûkirina rojnamevanên swêdî nêzîk e

Hêvîyeke nû ji bo rojnamevanên swedî Martin Schibbye û Johan Persson ku li Etîyopîyê girtî ne. Li gorî nivîsekê di rojnama etiyopyayî Sendek de, Komita efûkirinê ya hikûmetê di derbarê herdû swêdîyan de ji girtîgeha lê dimînin nirxandinek xwestiye.

Ev agahî ji alîye mirovên hikûmatê yên naxwazin xwe aşkera bikin ve jî ji ronama Dagens Nyheterê re tên testîq kirin.

Profesor û pisporê li ser Etîyopyayê yê Norveçî Kjetil Tronvoll, ji Dagens Nyheter re dibêje; ev tê wê maneyê ku pêvajo bi pêş ve diçe û afû kirinek nêzîke.

Rojnamevan Martin Schibbye û Johan Persson sala berê di meha hazîranê de li wilayeta Ogaden hatibun binçavkirin.

Rohnamevanan xwestibûn li ser kar-û-xebata ne li rê ya şîrketeke petrolê ya swêdî lêkolînek bikin.

Kanûna sala çûyî her dû rojnamevan ji ber bê-qanûnî ketina nav axa Etopyayê û piştgiriya gerîllayên ONLF bi 11 sal cezayê girtîgehê hatibûn mehkûmkirin.

Her çendî rojnamevanan sûc qebûl nekiribûn jî di şûna îtirazê de biryara serîlêdana efûyê dabûn.

Serokwezîrê Etopyayê gotibû ku dê rojnamevan karibin werin efûkirin, lê ewil gereke ew demek ji cezayê xwe yê girtîgehê razin. Bi ya şîrovegeran ev jî salekî ye…

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".