Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarok û ciwan alkola qaçax dikirin

Hat weşandin tisdag 5 juni 2012 kl 15.38

Bîra û alkol li derve bi awakî eşkere di parkên ereban de tê frotin. Alkola ku ji derveyê welat bi rêya şoforên kamyonan ji derveyê welat tê anîn ji zarok û ciwanan re tê firotin.  Xortekî 15 sali ji nûçeyên radyoya Swêdê Ekot re dibêje ka ew û hevalên wi bi çi awayî alkoholê distînin. Cihek ji nav gelek cihan parkekê kamyonan ya li derveyê bajarê Göteborgê ye.

Xortê 15 Sali dibêje ji ber ku şoforên biyanî bi swêdî nizanin, ew diçin cem wan û dibêjin ”vodka”. Ew jî buhaya alkolê dibêjin û qet napirsin ka ew kes çend salî ne.

Kirîna alkolê ji şoforên biyanî gelekî erzan e. Vê sala dawî jimar kesên ku dikirin û mîkdara alkola ku tê firotin ji pênc sal berê zêdetir bûye.

Şîrketên ji branşa alkolê ji ber kontrola qels hikûmatê rexne dikin. Lê wezîra berpirs ya hikûmetê Maria Larsson dibêje ji dest wan çi tê dikin. Bi ya wê hikûmetê ji bo xebata pêşîgirtinî pareyek mezin veqetandiye, lê her weha berpirsiyariyek jî dikeve stûyê dê û bavan û zarok û ciwanan bi xwe jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".