Thomas Quick bi navê nû Sture Bergwall ji kuştineke din rûspî dibe? Wêne: Yvonne Åsell/Scanpix.

Dozeke din ya Quick diçe jinûve lênêrînê

Serdozger Bengt Landahl îro, li dadgeha îstinafê ya Övre Norlandê daxwaza jinûvelênêrina dozeke din ya Thomas Quick kir. Jinûvelênêrin di derheqê kuştina Charles Zelmanovits de ye, ku di sala 1976 de li bajarê Piteå yê wenda bûbû. Thomas Quick ku naha navê xwe kirîye Sture Bergwall, ji vê dozê di sala 1994 de hatibû mehkûmkirin.

Rojnama Norrländska Socialdemokraten dinivîsîne ku ev jinûvelênêrîna doza Thomas Quick, dê di diroka hûqûqa Swêdê de bibe dozeke yekane. Ji ber ku cara yekemîn e ku ne avûkatek, lê dozgerek ji bo jinûvelênêrînekî serî lê dide.

Bûyer ev e: Charles Zelmanovitz ku 15 salî bû, piştî dansa li dibistana xwe ya  di mijdara 1976’an de winda bûbû. Paşê, di sala 1993’an de cenazeyê wî hatibû dîtin.

Thomas Quick, li keleka çend kuştinên din, vê kuştinê jî qebûl kiribû. Her çendî tu delîlek teknîkî tinebû jî, Thomas Quick ji ber vê mêrkûjiyê jî hatibû mehkûmkirin.  

Dozger Bengt Landhl ji bilî vê bûyerê dê her weha di warê kuştina dido turîstên hollandî de jî serî li jinûvelênêrîna dozê bike.  Thomas Quick, bêyî tu delîlek teknîkî, ji ber îtirafa xwe ji ber van herdû kuştinan jî hatibû mehkûm kirin.

Thomas Quick dibêje dema wî rêzek kuştin girt ser xwe û îtirafa wan kir ji hêla psîkolojîk ve ne baş bû û dermanên giran ku wî bê-hiş dikirin bikar dianî.

Heta niha Thomas Quick ji ber sisê kuştinên din di saya jinûvelênêrîna dozê de berat kiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".