Swêdî li Afganistanê di bin êrişên nû de

Yekineyek Swêdî û Finlandî, li Afganistanê, van rojên dawiyê de ketine nava gelek şeran. Hêzê parastinê texmîn dikin ku êrişê dê berdewam bikin.

Dûşemê êrişeki nû hat kirin li hemberî swêdiyan. Wê çaxê hêzeke leşkerî ya swêdiyan û afganan diçûn bajarê Şar-î-Pûl a li bakûrê Afganistanê. Di êrişê de zirarek çê nebû.

Ji 15 meha gulanê û vir ve gelek êriş çûye ser hêza swêdî û di sisê êrişan de jî bombeyên li mal hazirkirî hatine bi kar anîn. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".