Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Adam Ihse/Scanpix

SAAB tê firotin - nayê firotin(!)

Di derbarê qedera şîrketa otomobîlan ya îflaskirî Saabê de îro agahiyên dûbend hatin. Ewil serê sibê ji aliyê dîrektora bajarê Trollhättanê Annika Wennerblom ve hat ragihandin ku konsorsiyûma otomobîlên elektrîk, National Electric Vehicle Sweden gihaye wê pêvajoya dawî ku bermayîyên SAAB a îflaskirî bikire, yanî tekonolojiya bilind û giranbiha ya vê şîrketê.

Lê pişt re ev daxuyanî ji aliyê şaredariya Trollhättanê ve paş ve hat girtin. Hêzên li pişt Konsorsiyuma nû hatiye sazkirin sermaya Hong Kongî û Japonî ye. Serokê konsorsiyuma National Electric Vehicle Sweden Karl-Erling Trogen e, ku berê midûrê şîrketa Volvo Lastvagnar bû. Trogen bixwe îro naxwaze di derbarê daxuyanîyên dûbend de tu şîroveyan bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".