Stefan Löfvén. Wêne: Björn Larsson Roosvall & Fredrik Sandberg/Scanpix.
STEFAN LÖFVÉN (S)

Bikaranîna enerjiya atomî berdewam be

Serokê sosyaldemokratan Stefan Löfvén dijberê patiya xwe daxwaza berdewamiya hebûna navendên enerjiya atomî dike.

Çend ji reaktorên enerjiya atomî ya Swêdê dikarin hetanî sala 2045 kar bikin. Vê nirxandinê nûnerên endûstriya enerjiya atomî dikin. Di halî hazir de restorasyonên mezin li navendên enerjiya atomî yên Swêdê çê dibin. Hêvî heye ku ev, temenê teknîkî yê reaktoran bi gelek salan dirêj bike.

Mesrefa gîştî ya restorasyonan 50 milyar kron e. Yanî bi qasî avakirina navendeke nû ya enerjiya atomî. Hêviya branşê ew e ku dê restorasyon emrekî 60 salan bide reaktoran.

Partiyên burjuwa yên ser hikûm alîgirê berdewamîya navendên enerjiya atomî ne û partiya Demokratên Swêdê jî piştgiriya vê yekê dikin.

Partiya Jîngehê ya Kesk û Partiya Çep li dij in.

Lê, tevî ku biryarek kongra sosyaldemokratan ya ji bo girtina navendên enerjiya atomî hebe jî serokê nû Stefan Löfvén tiştek beravavî dibêje. Stefan Lövfén îro ji nûçeyên radyoya Swêdê re got gereke navendên enerjiya atomî heta temenê wan têr dike kar bikin û neyên girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".